Mamosteyê zarok tacîz kirin hat binçavkirin

Li navçeya Cizîrê S.O. yê ku li dibistaneke Lîseyê mamoste bû û li gelek xwendekar tacîz kiribûb hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Cizîr a Şirnexê S.O. yê ku li dibistaneke Lîseyê gelek xwendekar tacîz kiribûn, piştî îfadeyên xwendekaran hat binçavkirin. S.O. yê ku bi sûcê “îstîsmar û tacîza zayendî ya li zarokan” hat binçavkirin, birin Mudiriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Hat diyarkirin ku dê li ser telefon û kompûtera S.O. yê hatiye binçavkirin, lêkolîn bê kirin û sibê dê sewqî dozgeriyê bê kirin. 

Herwiha Wezareta Perwerdehiyê têkildarî tacîza li zarokan mifetiş erkdar kiriye. Hat destnîşankirin ku dê mifetiş li zarokan guhdarî bikin û lêkolînên hewce bikin.