Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Stenbolê hatin bîranîn

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin li Stenbolê hatin bîranîn.

Stenbol – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Press-Îş Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19'ê Kanûna 2024an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşa SÎHA'yan hatin kuştin, bi bîr anîn. Pankarta bi nivîsa "Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin" li salonê hate daliqandin. 

'Wan karê xwe dikirin' 

Saliha Aras, diyar kir ku rojnamevan ji ber ku ew dengê berxwedanê li dijî propagandaya şerê taybet bûn, hatin hedefgirtin û got, "Piştî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, me nûçeya mirina Nazım û Cîhan wergirt. Mîna her kesî, me şahidiya nûçe û rojnamegeriya ku Nazim û Cîhan bi rojan dişopandin kir. Me Nazim carinan li Bendava Tişrînê didît, carinan kameraya xwe ber bi êrîşên ku sivîlan hedef digirtin ve digerand. Bi heman awayî, Cîhan, dema ku bajarên wêrankirî nîşan dida, bi rastî jî dengê rastiyê bû, karê xwe dikir. Kamerayên ku ji wesayîtek xirabkirî mane delîla herî mezin a vê yekê ne." 

'Em ê dev ji ragihandina rastiyê bernedin' 

Saliha Aras diyar kir ku Tirkiye her sal di rêzbendiya Azadiya Raman û Derbirînê de bêtir paşde diçe, lê rojnamevan dê tevî hemû zextên dadwerî jî rastiyê bêjin. Saliha Aras got, "Em dizanin ku aliyê herî girîng ê êrîşên li dijî me desteserkirina mafê raya giştî yê agahdariyê ye. Her sal bi dehan rojnamevan an têne darizandin an jî têne girtin. Hesabên wan têne astengkirin, gihîştina nûçeyan tê sînordarkirin. Ew dibin hedef, an jî, mîna Hakan Tosun, di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest didin. Em ê ne dev ji lêgerîna edaletê ji bo hevkarên xwe yên kuştî berdin û ne jî ji ragihandina rastiyê berdin." 

'Em ê nehêlin pênûsên wan bikevin erdê'

Dûv re rojnamevan Serpil Unal mafê axaftinê wergirt. Serpil Unal diyar kir ku wan ji ber ku dixwestin li ser kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bilgin daxuyaniyek bidin hatine girtin û got, "Ev zext bi me nikarin. Sedema hebûna me nivîsandina rastiyê ye. Em hemû hevalên xwe yên rojnamevan ên pêşeng ên ku hatine kuştin bi bîr tînin. Em ê nehêlin qelemên wan bikevin erdê." 

Rojnamevan Pinar Gayıp, diyar kir ku bîranîna rojnamevanên kuştî tê wateya berdewamiya têkoşîna wan û got, "Wekî rojnamevan, em ê bi nivîsandina rastiyê di nûçeyên xwe de têkoşîna xwe bidomînin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin" bi dawî bû.