Li Sûdanê sûcên girseyî yên li dijî sivîlan didomin
Di demekê de ku li Sûdanê pevçûn berdewam dikin de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi komkujî, dastderêjiya sîstematîk û koçberkirina bi zorê, êrîşî sivîlan kirine. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 986 kes hatine kuştin.
Sûdan – Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Sûdanê di dema pevçûnên berdewam de li dijî sivîlan sûcên berfireh kirine; ev sûc kuştinên girseyî, destdirêjiya sîstematîk û koçberkirina bi zorê dihewîne. Tevî bangên navneteweyî jî, li herêmê agirbest hê jî pêk nehatiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Dewleta Kordofana Bakur, di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand kuji destpêka pevçûnên di meha Nîsanê de destpê kirine heta niha, ji ber êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn 986 kes mirine û 2 hezar û 290 kes jî birîndar bûne.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku 2 hezar û 114 ji birîndaran, ji navendên tenduristiyê û 176 ji civakê bûne, ji mirinan jî 686 ji navendên tenduristiyê û 300 ji civakê bûne.
Her ku dijwarbûna şer li deverên cuda yên eyaleta Kordofana Bakur zêde dibe, fikarên li ser rewşa ewlehî û mirovî ya xirabtir, zêde dibin. Rêxistina Efûya Navneteweyî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi sûcên şer ê li dijî sivîlan sûcdar kir. Amnesty da zanîn ku bi taybetî jî li bajarê El-Faşer a ku RSF’ê di Cotmehê de kontrola wê girt destê xwe, ev sûc zêde bûne.