Li Xezayê bi nêzbûna zivistanê re qeyrana mirovî kûrtir dibe

Rêveberiya Avê ya Xezayê ragihand ku bi nêzbûna zivistanê re pergalên av û kanalizasyonê li ber hilweşînê ne. Rêveberiyê hişyarî da ku eger destûr ji bo ketina amûr û alîkariyan neyê dayîn, dê karesateke mirovî û tenduristî ya mezin rû bide.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Avê ya Şaredariyên Peravê ya li Zîvala Xezayê, îro daxuyaniyek da û ji ber metirsiya nêzîk a hilweşîna tam a pergalên av û kanalîzasyonê, bang li saziyên navneteweyî û herêmî, rêxistinên mafên mirovan û alîkariyên mirovî kir.

Rêveberiyê hişyarî da ku têkçûna pergalên jiyanî dê rê li ber gihandina xizmetên bingehîn ji bo zêdetirî 2 milyon mirovên li Xezayê bigire. Saziyê da zanîn ku astengiyên li pêşiya ketina amûr û parçeyên yedek ên pêwîst, dibin sedema nedomandina xizmetên av û kanalîzasyonê. Her wiha hat destnîşankirin ku bi nêzbûna zivistanê re dê rewş xirabtir bibe û hişyarî hate dayîn ku ji ber nekarîna xebitandina binesaziyê û kombûna çopan, dê lehiyên mezin çêbibin û kamp û deverên niştecîbûnê di bin avê de bimînin.

Xeteriya karesata mirovî

Rêveberiyê ragihand ku kampên ku bi sed hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne tê de dimînin, di bin xetereya binavbûna bi ava baranê û ava kanalîzasyonê de ne û ev rewş dikare bibe sedema nexweşî, xeniqîn û pêlên nû yên koçberiyê. Rêveberiyê ji bo ketina pêdivî, amûr û jeneratorên pêwîst ên ji bo Xezayê, daxwaza destûreke lezgîn kir û hişyarî da ku berdewambûna derengxistinan dikare bibe sedema karesateke mirovî, tenduristî û jîngehî ya ku neyê kontrolkirin.

Fikarên heyî, ji ber ku piraniya konên li Xezayê nêzî sê salan e tên bikaranîn û temenê wan ê bikaranînê ji şeş mehan derbas nabe, zêdetir dibin. UNICEF’ê jî di daxuyaniya xwe ya destpêka salê de ragihandibû ku bahozên zivistanê û lehî, bi hezaran kon wêran kirine û malbat û zarok di şert û mercên herî dijwar de hiştine.

Binesaziya kêm û nebûna pergalên valakirina ava baranê yên li deverên koçberiyê, vê xetereyê girantir dikin. Her çend hatibû pêşbînîkirin ku bi agirbesta ku di 10ê Cotmeha 2025’an de kete meriyetê re, alîkarî û amûrên bingehîn bikevin Xezayê jî, lê hinek komên Filistînî diyar dikin ku Îsraîl astariyan derdixe.