Li Sûriyeyê di rojekê de 16 kes hatin kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de li herêmên ku rêveberiya demkî ya HTŞ’a cîhadîst serdest e û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, 16 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî bûyerên kuştin, revandin û binpêkirinên din ên mafên mirovan de daxuyaniyek da. SOHR’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de li herêmên di bin desthilatiya rêveberiya demkî ya HTŞ’a cîhadîst de ne û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, 16 kes hatine kuştin. SOHR’ê da zanîn ku li bajarê Ezaz a gundewarê bakurê Helebê yê dagirkirî, ji aliyê çeteyan ve li hember şirketek bazirganiya erebeyan êrîşek pêk hatiye. SOHR’ê got ku di êrîşê de 3 sivîl hatine kuştin.
6 Durziyên birîndar, jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku li bajaroka Eşrefiyê Sehnaya jî di navbera çekdarên Durzî û hêzên desthilatiya demkî ya HTŞ’ê de şer derketiye û di şer de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên HTŞ’ê û 5 çekdarên herêmî hatine kuştin. Hat diyarkirin ku 6 Durziyên beriya hefteyek di kemîna hêzên HTŞ’ê de li ser rêya Şam-Siwêdayê birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dane.
Li qada kombûna erebeyen a li bajarokê Tîba Îmam a gundewarê bakurê Hemanê, ajokarek di encama êrîşa çekdarên nenas ve hatin kuştin. Li taxa Qisûr a bajarê Hemayê zarokek ku beriya çend rojan di teqandina ketober a guleyan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.