Li Sûriyeyê di nava heftiyek de 34 kes hatine kuştin û birîndar bûne
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li seranserê welat di nava heftiyek de 34 kes hatine kuştin û birîndar bûne. SOHR’ê, balkişand ser xetera ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û çekên bêkontrol çêdibe.
Navenda Nûçeyan – Li herêmên cûda yên Sûriyeyê, xirabûna şert û mercên jiyanê û belavbûna çekên bêkontrol bûye sedema zêdebûna nîgeran a valahiya ewlehiyê, kuştin û tundiyê. Ev rewş gef li aştiya civakî dixwe û di heman demê de nebûna mekanîzmayên astengkirinê yên bi bandor êşa sivîlan û fikarên wan ên li ser jiyana wan a rojane zêde dike.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, belge kir ku di navbera 13 û 20’ê Mijdarê de li herêmên cûda yên welat 34 kes hatine kuştin an jî birîndar bûn. Li gorî bîlançoya heftane, mirin û birîndarî ji ber kuştinên asayî û mezhebî, pevçûnên nav eşîrî, nakokiyên kesane, bûyerên ji ber gulebarana qeza, teqîna mayînan û binpêkirinên ji aliyê leşkerên Tirk ve çêbûne.
Çavdêriyê, diyar kir ku dubarebûna kuştinan, bûyerên ku ji ber sedemên cûda aliyên cûda çêdibin, valahiya ewlehiyê ya berdewam û çekên berfireh ên li welat nîşan dide û destnîşan kir ku ev rewş ji bo sivîlên li herêmên cuda yên welat xetereyên cidî çêdike.
SOHR’ê, bang li rayedarên hikûmetê kir ku berpirsiyariya xwe ya parastina sivîlan, kontrolkirina belavbûna çekan û hesabpirsîna ji kesên ku beşdarî kuştin û êrîşan dibin bi rêya darizandinên dadperwer û şefaf bicîh bînin û tekez kir ku di vê pêvajoyê de divê tu cudakariya siyasî, civakî an jî ya li ser bingeha girêdanê neyê nîşandan. Çavdêriyê, balkişand ser çareserkirina sedemên bingehîn ên tundiya navmalî û pevçûnên eşîrî, zêdekirina hewildanên ji bo tespîtkirin û paqijkirina mayîn û bermahiyên şer û pêşîgirtina li windakirina zêdetir mirovan, tekez kir.