Li Sûdanê êrîş: 48 kes hatin qetilkirin

Li Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşî gundê Um Garfa yê li eyaleta Bakurê Kordofan ê li navenda Sûdanê kir. Di êrîşê de 48 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniya rêxistina civaka sivîl a bi navê Emergency Lawyers a ku binpêkirinên mafên mirovan belge dike, li Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşî gundê Um Garfa yê li eyaleta Bakurê Kordofan ê li navenda Sûdanê kir. Di êrîşê de zarok û jin jî di nav de 48 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Mal dan ber agir

Hat diyarkirin ku êrîş roja Yekşemê çêbûye. Hat ragihandin ku HPL'ê malên li gund dane ber agir û malên sivîlan talan kirine. Li gundê Um Garfa, li gundên derdor jî gelek sivîl mirine.

Li aliyê din Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji ber şerê li herêmê zêde bûye, zêdeyî 3.000 kes neçar man gundên xwe biterikînin. Beşekî girîng ê van sivîlan, xwe spartin derdora bajarê Bara ya di bin kontrola HPL'ê de.

Artêşa Sûdanê di hefteyên dawî de ji bo careke din yek ji navendên stratejîk a Bakurê Kordofan, Barayê bi dest bixe gelek operasyon dan destpêkirin.