Jinên Suweydayê ji bo parastina mal ax û rûmetê bang kirin
Jinên ji bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bang li gel kirin ku bajar, ax û rûmeta xwe biparêzin, bi taybetî jin derkevin kolanan û li dijî tiştên tên jiyîn berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Navenda Nûçeyan – Êrişên HTŞ’ê yê cîhadîst li ser Suweydayê didome. Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi rojan e ji ber bûyerên ku ji ber revandina bazirganek li ser riya Şam-Suweydayê, dest pê kirin, pevçûn didomin. Di bûyerên ku çekên giran, balafirên bêmirov hatin bikaranîn de bi dehan mirov hatin kuştin bi sedan jî birîndar bûn. Bûyerên ku derketin gel xistin nava şokeke mezin, bêdengiya saziyên fermî balê dikşîne.
Ji bajar gelek jinan, bi qeydên deng, bang li gel û jinan kirin ku li dijî zulmê ji bo parastina rûmet û welat berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Jinan diyar kir ku ji bo parastina bajar û malên xwe ew amade ne çekan bigrin û wiha gotin:
“Mala ku neyê parasin baweriyê nade xwediyên xwe û li cîhanê tu mal, nikare bi qasî mala te rûmeta te biparêze.”
Jinan her wiha bang kirin ku divê her kes li qadan kom bibe û pêşî li zulmê bigre û gotin: “Ev di dîroka bajarê me de kêliya herî krîtîk e. Gel weke esîran dijî lê dê tu kes vê dîlîtiyê nepejirîne; yan dê bi awayê bi rûmet bijîn an jî bimrin. Ey jinên Suweydayî; dem ew dem e ku em bajarê xwe, malên xwe bi berxwedan û têkoşîn biparêzin. Werin ji bo parastina malên xwe û rûmeta xwe, em bi hev re tevlî refên parastinê bibin. Weke her demê divê em bibin sembola berxwedan û hêzê. Îro dengê Suweydayê bi we heye.”