Beşdariya jinên Sûriyeyê di rûniştinên hilbijartinan de nayên dîtin
Rojnamevan û çalakvana civakî Cansêt Tam diyar kir ku dûrxistina jinan ji rewşa hilbijartin û siyasî, pirsgirêkên girîng li ser cidiyeta guhertinên di Sûriyeya nû de derdixe holê.

RAMA XELEF
Şam – Rûniştinên destpêkê yên hilbijartinên Meclisa Gel ku vê dawiyê li Şam û Helebê hatin lidarxistin, nebûna beşdarbûna jinan nîşan dan. Ev jî ji aliyê derdorên hiqûqî û civakî ve bû sedema pêla pirs û rexneyan.
Hebûna mêran di nîqaşên der barê hilbijartinên Meclisa Gel de serdest bû, nebûna hebûna jinan berbiçav bû. Lê li Helebê tevî bêdengiya giştî, çalakvana mafên mirovan Esmaa El-Mehmûd pirsên têkildarî dûrxistina jinan ji van civînan de ji Komîteya Bilind a Hilbijartinan kir û daxwaza zelalkirina rola wan di pêvajoya hilbijartinê de û misogerkirina beşdariya wan kir.
'Di kongreyên hilbijartinê de kêmasiya jinan xuya bû'
Rojnamevan û çalakvana civakî Cansêt Tam a ji Şamê, der barê sedemên nebûna jinan de wiha got: "Ez beşdarî herdu kongreyan bûm, kongreya Komîteya Bilind li gundewarên Şamê û ya li Şamê. Li gundewarên Şamê, vexwendname bi tenê bi rûmet, navdar û rêveberên navçeyan ve sînordar bûn û piraniya wan mêr bûn. Her wiha rojnamevan, bijîjk û endezyar jî hebûn. Jinên ku beşdar bûn ji vê kategoriyê ji rewşenbîr, endezyar û parêzeran bûn. Ji navdar û rêveberên navçeyan jin tunebûn. Pirsgirêk ev e meqamên desthilatdariyê yan serokatiyê nadin jinan. Ji ber vê sedemê, dema ku civînên Meclisa Gel tên lidarxistin, beşdarbûna jinan kêm e û ev xeletiyek mezin e."
'Nebûna beşdariya jinan ji ber zihniyeta mêr derdikeve holê'
Cansêt Tam da zanîn ku temsîliyeta rast dema ku rola jinan aktîf be çêdibe û wiha axivî: "Nebûna jinan ne tenê di mijara Meclisa Gel de, ji dema ku rêveberiya HTŞ'ê desthilatdariya welat girtiye ve heye. Sedem jî vedigere zihniyeta mêr a tunekirina jinan. Nûnertiya rastîn ew e ku jinek xwedî cihekî diyar be û divê ev cih di siyaseta welat de bi bandor be. Em dikarin nebûna temsîlkirina jinan di Meclisa Gel de ku ji 11 endamên Komîteya Bilind pêk tê tenê du ji wan jin in bibînin. Endamên mêr li ser temsîlkirina herêman nîqaş dikin lê endamên jin tenê li ser mijara girêdayî jinan nîqaş dikin. Welat di qonaxeke krîtîk de ye û divê mafên jinan werin parastin. Ev derfeta me ye. Jin divê pozîsyonên bi bandor bixwazin û xwepêşandanan organîze bikin."
'Temsîliyet tenî şeklî dimîne'
Di dawiya gotinên xwe de Cansêt Tam dîmenên nebûna îradeya jinan tenê bi rûniştineke hilbijartinê nîşan nade û dibêje: "Ev valahiya kûrtir di pergala îdarî û siyasî ya heyî de jî nîşan dide ku pozîsyonên rastîn ên serokatiyê nadin jinan. Temsîlkirin piranî bi şeklî dimîne."
Dengê çalakvanên jin hê jî weke bangeke hişyariyê ye, daxwazeke zelal ji bo wekheviya rastîn e, ne dirûşmên demkî. Gelo ev daxwaz dê qet werin bicîhanîn? An jî dê rewşa siyasî tenê di destên mêrên elît de bimîne?