Meclîsa Jinan a DBP'ê sê siyasetmedarên jin ên Kurd bi bîr anîn

Meclîsa Jinan a DBP'ê derbarê Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got “Diruşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' ku li çar aliyê cîhanê deng vedidin ne tesaduf in. Ew encama hewldana mezin a ku ji hêla Sakîne Cansiz û jinên ku bi wê re meşiyan ve hatine afirandin e.”

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin kuştin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sê siyasetmedarên jin ên Kurd bîra dîrokî, îradeya siyasî û pêşeroja têkoşîna azadiyê temsîl dikin.

'Ew nekarîn têkoşîna rêxistinkirî ya jinan rawestînin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca komkujiyê ew bû ku rêya azadiyê ya ku ji hêla jinan ve tê meşandin ku Sakine Cansız mînak girtiye, were rawestandin û daxwaza gelê Kurd a ji bo aştî û demokrasiyê were çewsandin. Daxuyanî wiha dom kir: “Lê belê, salên ku derbas bûne nîşan dan ku ev êrîş nekarî meşa rastiyê û ne jî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan rawestîne.”

‘Sakîne Cansiz temsîliyeta îdeolojiya azadiyê dike

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sakîne Cansiz hişê damezrîner ê têkoşîna jinên Kurd e û wiha hat gotin: “Ew temsîla berdewamiya berxwedanê û temsîla îdeolojiya rizgariya jinan dike. Bi berxwedana xwe ya li Zindana Amedê ku laşê xwe veguherand îradeyê û paşê bi jiyana xwe ya rêxistinkirî û biryardariya xwe ya siyasî, rastiya ku civak bêyî azadkirina jinan nayê azadkirin veguherand xeteke dîrokî. Durişmeyên 'Jin Jiyan Azadî' ku îro li çar aliyê cîhanê deng vedidin, ne tesaduf in. Ew encama hewldana mezin a ku ji hêla Sakîne Cansiz û jinên ku bi wê re di rê de meşiyan de hatine afirandin in. Fîdan Dogan di warê dîplomasiyê de bû dengê gelê Kurd; wekî siyasetmedarek jin ku aştî, diyalog û çareseriyên demokratîk bir qada navneteweyî, wê di têkoşînê de girêdanek girîng çêkir. Ji aliyê din ve, Leyla Şaylemez îradeyek biryardar temsîl dikir ku enerjiya şoreşger a ciwanan bi têkoşîna rizgariya jinan re kir yek û ji wê pê ve pêşeroj ava kir.”

‘Pêvajo têkoşîna berdewam a jinan e

Meclîsa Jinan bi bîr xist tevî ku 13 sal derbas bûne jî, sûcdarên rastîn ên vê komkujiyê û hêzên li pişt wan nehatine aşkerakirin û wiha bidawî kir: “Ev nîşanek eşkere ya siyaseta bêcezatiyê û israra li ser nebûna çareseriyê ye. Aştî û avakirina civakek demokratîk ku îro dîsa tê nîqaşkirin, ne têkoşîna neqediyayî ya Sakîne, Fîdan û Leyla ye; ew têkoşîna wan a berdewam e. Her platforma demokratîk a ku di bin serokatiya jinan de hatiye damezrandin, her daxwaza jiyaneke wekhev û azad, li ser rêya ku wan vekiriye pêşve diçe. Em Sakîne Cansız, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez bi rêz û spasdariyê ji bo mîrateya bi rûmet a ku wan di têkoşîna azadî, aştî û mafên jinan de li pey xwe hiştine bi bîr tînin.”