Li pêşiya Nexweşxaneya Kindî ya Humsê êrîşa çekdarî

Di encama êrîşa çekdarî ya ji aliyê 2 çekdaran ve li pêşiya Nexweşxaneya Kindî ya bajarê Humsê pêk hat de, 4 xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Di êrîşa li bajarê Humusê ya li pêşiya Nexweşxaneya Kindî, 4 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin. Vê êrîşê bêewlebûna li bajêr nîşan dide û fikarên têkildarî xirabûna rewşa ewlehiyê zêdetir kir.

Duh li pêş Nexweşxaneya Kindî ya bajarê Humusê êrîşeke çekdarî pêk hat. 4 xebatkarên tendirustiyê hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, 2 çekdaran li ketina nexweşxaneyê gule berdan xebatkarên tendirustiy û reviyan, di encama êrîşê de Leyal Selûm, Mazin El Esmer, Zû El Feqar El Xidir û Elae Wenûs hatin qetilkirin û Usama Deyob jî birîndar bû.

Li bajarê Humusê li gel nebûna tedbîrên pêşîlêgirtina sûcan pêkanînên tundî û qeyrana ewlehiyê berdewam dikin.