Jinên Êzidî: Komkujiya Parîsê li dijî hemû jinên azadîxwaz bû

Jinên Êzidî sê pêşengên têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Leyla dogan û Fîdan Şaylemez bibîr anîn.

Şengal – Bi rasthatina salvegera 13’emîn a komkujiya Parîsê, li Şengalê pêşeng û şoreşgerên xeta azadiya jinê Sakîne Cansiz, Leyla dogan û Fîdan Şaylemez bi semînerekê hatin bibîr anîn. Semîner di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li meclîsa gel a gundê Digûrê hate dayîn.

Semîner di şexsê her sê şoreşgeran de ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî wê dayîkên şehîda mom pêxistin. Endama koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî di semînerê de axivî û soza girêdana bi xeta şehîdan re anîn ziman.   

‘Hedef girtina heval Sara hedef girtina xeta azadiya jinê bû’

Di semînerê de endama koordinasyona TAJÊ Şemê Helîqî axivî û wiha got; ‘Em di serî de komkujiya Parîsê şermezar dikin. Heval Sara û hevalên pêre li ser fikrê Rêber Apo, xwe perwerde kirin û bûne şoreşgerên pêşeng ên xeta azadiya jinê. Weke jinên Êzidî heta dawiyê em ê li ser şopa heval Sara tekoşîna azadiyê bimeşînin. Di roja îro de bi hezaran jin li ser xeta Sara tekoşîna azadiyê dimeşînin. Heval Sara bi kesayetiya xwe ya pêşeng di tekoşîna azadiya jin de bû xwedî kedeke mezin. Ji ber ku heval Sara ji xeta azadiya jinê re pêşengî dikir hate hedef girtin. Bi hedef girtina heval Sara xwestin îradeya jinên azadîxwaz bişkînin. Lê heval Sara tû caran li hemberî zor û zehmetiyan gav paşde neavêt û her tim ji bona xwe xeta tekoşîn û berxwedanê hilbijart. Piştî şehadeta heval Sara û hevalên pêre bi salekê me weke jinên Êzidî fermana herî mezin jiyan kir. Di fermanê de herî zêde me weke jin êşên giran jiyan kirin. Dewleta Tirk û hevkarên wê di şexsê heval Sara de xeta azadiya jinê û jinên pêşeng û berxwedêr hedef girtin. Komkujiya Parîsê li dijî hemû jinên azadîxwaz bû. Weke jinên Êzidî em ê heta dawiya di xeta Sara de tekoşînê mezin bikin û li dijî her cûre êrîşan li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.’

‘Em ê di xeta Sara de tekoşînê mezin bikin’

Endama TAJÊ Yesra Zorava şehîdên komkujiya Parîsê bibîr anîn û wiha axivî: “Em şehîdên komkujiya Parîsê bibîr tînin û soz didin em ê heta dawî li ser şopa heval Sara û tevahî şehîdan tekoşînê bimeşînin. Di rêya şehîdan de heta dawiyê em ê kar û xebat bikin. Em bi saya şehîdan îro tekoşîna azadiyê didin. Ji niha û pêde çi ji me werê xwestin em ê bikin û xebatên xwe mezin bikin. Weke jinên Êzidî em xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde dikin û tekoşîna azadiyê dimeşînin. Bi saya tekoşîna heval Sara, Rojbîn û Ronahî em jî îro rabûne ser piyan, bûne xwedî hêz û îrade. Ew zilm û zora berê li ser jinê dihate kirin îro jin qebûl nake û li dijî wê tekoşînê dike. Weke jinên Êzidî em ê tekoşîna heval Sara ji bona xwe bikin hêza tekoşîn û rêxistiniyê.”

Piştî semîner bi dawî bû endamên çand û hunera Sitiya Nexşa ji bo bîranîna şehîdên Parîsê stranên amade kiribûn gotin.

Semîner bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.