Jinên Belûc li dijî hikûmetê çalakî li dar xistin

Jinên Belûc, li dora Mizgefta Mekî ya li Zahedanê kom bûn, dirûşmên daxwaza guhertinê qîr kirin û dijberiya xwe ya li dijî hikûmetê ragihandin. Hêzên ewlehiyê jî bi gaza rondikrêj û gulebaranê êrîşê jinan kir.

Navenda Nûçeyan-Jinên Belûc li dora Mizgefta Mekî ya li Zahedanê çalakiyek protestoyî li dar xistin û dirûşmên mîna “Ji Zahedanê heta Tehranê canê min fedayê Îranê” û “Mirin ji dîktator re” qîriyan.

Li gorî rapor û vîdyoyên hatine girtin, hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina girseyê gaza rondikrêj û guleyan bi kar anîn û di encamê de hinek jin û ciwan birîndar bûn. Lê belê heta niha jî der barê hejmara birîndaran de tu agahiyên zelal nehatin girtin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê yênli kolanan hatine bicihkirin û di bajêr de atmosferek bi aloz ava bûye. Beşdariya çalak a jinan di van xwepêşandanan de, nîşaneya belavbûna xwepêşandan û rola girîng a jinan di tevgera heyî de ye.