Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî
Îro li Bajarê Mehabadê, li ser banga partiyên Kurd û li dijî tepeserkirina berfireh a Komara Îslamî, greva giştî hat ragihandin û bazar girtî man. Tevî hemû gefên hêzên dewletê û hebûna giran a leşkerî û leşkerên bi cilên sivîl jî, grev didome.
Mahabad- Îro piştî banga partiyên Kurdî ya li dijî çewsandina berfireh a xwepêşandanên gel a ji aliyê Komara Îslamî ve, gelê Mahabadê bi pêşengiya dikandaran, beşdarî gerevên giştî yên li seranserê Rojhilat û Îranê bûn.
Di dema grevê de bajar bi tevahî beşdar bû. Hêzên dewletê, hewl didin ku bi rêya telefonê bi kesayetên navdar ên li bazarê re têkilî deynin û gefa bidawîkirina grevê dixwin. Lê tevî vê yekê jî berxwedana gel didome.
Li gorî agahiyên welatiyan, hêzên dewletê yên bi cilên sivîl, bi piranî bi wesayîtên marqeya "Saina" û "Tiba" li bajêr digerin û hin wesayîtên sivîl radiwestînin. Her wiha, hêzên taybet û leşkerên bi cilên sivîl û tevahî hêzên çekdar, li seranserê bajêr û bi taybetî jî li Qada Çarçela û Çarxerêya Azadî, Qada Şoreşê û deverên Molla Cemî û Bilal Hebeşî hatin bicîhkirin.