Jinên Êzidî berxwedana jinan silav kirin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê bi daxuyaniyeke şermazerkirin û piştewaniya xwe ji jinên Heleb û Rojhilatê Kurdîstanê da diyar kirin.
Şengal – Di rojên dawiyê de êrîşên çeteyên Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê tê kirin li her deverê bi çalakî û daxuyaniyan tê şermezarkirin. Li navenda Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyekê him van êrîşan şermezar kirin, him jî serhildanên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdîstanê û Îranê dewam dike silav kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel hate dayîn.
‘Di hemû şeran de jin hedef tê girtin’
Neam Bedel di destpêka daxuyaniyê de berxwedaniya jin û gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û wiha dewam kir: “Em wekî jinên Êzidî piştewaniya jinên berxwedêr ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Çawa di hemû şeran de jin hedef tê girtin li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî jin û zarok bi awayekî tund hedef tê girtin. Heman demê em piştewaniya serhildanên ku berdewamiya serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku bi pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdîstanê didomin dikin. Jin careke din, bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berxwedaniya xwe li seranserî Rojhilatê Kurdîstanê û Îranê raber dikin. Li vir jî jin hedef tê girtin, gelek jê hate qetilkirin û binçavkirin. Jin li kuderê be bila bibe, berxwedanî û têkoşîna wan yek e. Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) piştgirî didin berxwedaniya jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û jinên Rojhilatê Kurdîstanê yê di serhildanên‘Jin Jiyan Azadî’ de cih digrin. Em dibêjin hun tenê nîn in.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.