Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê: Li Helebê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin
Jinên Amedê diyar kirin ku HTŞ bi êrîşên li dijî dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hewl dide modela jiyana alternatîf a bi pêşengiya jinan li herêmê çêbûye bike hedef û bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî dan.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed- Êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) yên cîhadîst li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku zêdetir Kurd lê dijîn, didomin. Di êrîşan de herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 64 kes jî birîndar bûn. Li dijî êrîşên ku ji 6’ê Çileyê ve didomîn, li gelek herêmên Kurdistanê gel derket kolanan û peyama "Em li kêleka gelê Rojava ne" da.
Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê, banga rawestandina êrîşên HTŞ’ê kirin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen, bal kişand ku Rojava navenda konfederalîzma demokratîk û modela azadîxwaza jinan e. Suzan Îşbîlen, diyar kir ku hebûna HTŞ’ê bi taybetî ji bo jinan, ji bo tevahiya civaka herêmê bi xeter e û wiha got: "HTŞ xwedî têgihîştinek hişk e û li herêmên ku hedef digre pergala ku hatiye avakirin û jin pêşengiya wê dikin mîna gefekî îdeolojîk dibîne. Nêzîkatiya HTŞ’ê ya ji bo jinan; xwe disperê pergaleke ku jinan ji qada giştî dûr dixe, sînorkirin û astengiyên tevgerê yên hişk tîne."
'Dixwazin hewldanên aştiyê yên Kurdan vala derxin’
Suzan Îşbîlen, wiha axivî: "Pêşengiya jinan a di Şoreşa Rojava de; di serî de ji bo jinên şoreşger, ji bo hemû komên demokratîk, çepgir û sosyalîst li seranserê cîhanê, hem bû çavkaniya hêviyê, hem jî çavkaniyeke mezin a îlhamê. Tê armanckirin ku hewldanên gelê Kurd ên ji bo bidawîkirina şeran û axaftina aştiyê ku bi kedek mezin tê didomin vala werin derxistin, lêgerîna çareseriyê bê têkbirin.”
'Divê jin li kolanan bin'
Suzan Îşbîlen bi gotinên; “Bêguman, armanca sereke ya vê hemleya HTŞ’ê, hilweşandina modela jiyana alternatîf a bi pêşengiya jinên li herêmê bi pêş ketiye ye” diyar kir kir ku ji bo rawestandina êrîşan pêdivî bi bertekek civakî heye.
Suzan Îşbîlen, bang li hemû rêxistinên jinan kir û wiha got: "Em ji pêvajoyeke ku hevgirtina jinan herî zêde hewce dike derbas dibin. Divê jin dengê xwe bilind bikin û li dijî êrîşan li kolanan bin."
‘Sivîl tên hedefgirtin û sûcên şer tên kirin’
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) Zeynep Karayilan jî diyar kir ku piştî Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê mîna "hedefa leşkerî yên rewa" îlan kir, sivîl hatin hedefgirtin.
Zeynep Karayîlan, da zanîn ku jin û zarok tên hedefgirtin û qadên jiyana wan tên bombebarankirin û bi van gotinan bertek nîşan da: "Ev rewş, li gorî qanûna mirovî yên navneteweyî bi awayekî zelal sûcê şerê li dijî mirovahiyê ye. Peymanên Cenevreyê parastina sivîlan mîna neçariyek mutleq pênase dikin. Tevî vê yekê jî li ber çavên cîhanê sivîl tên qirkirin û ev êrîş bê ceza dimînin."
'Daxuyaniya wezaretê piştgiriya sûc e’
Zeynep Karayilan, diyar kir ku di dema li Tirkiyeyê aştî te axaftin de êrîşên li ser Helebê nayên qebûlkirin û wiha axivî: "Ev rewş bi gotinên aştiyê û pratîkên heyî re bi nakok e. Agahiyên ku tên nîşan didin ku komên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin di êrîşan de cih digrin. Lê belê, dema li aliyekî gotina aştiyê tê hilberandin, li aliyê din li herêma nêzî sînor îradeya jiyana bi hev re, wekhev û azad bi hinceta 'teror' tê hedefgirtin. Her wiha daxuyaniya Wezareta Parastinê jî di pozîsyoneke ku şerê navxweyî teşwîq dike û piştgiriya vê sûcê dike de ye. Lê belê ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn ku hêzên leşkerî li gorî Peymana 1’ê Nîsanê ji van deveran vekişiyane. Lewma ev nakokiyek e. Ji ber ku Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne tenê du tax in; mînakên berbiçav ên modela civaka demokratîk ku nîşan didin hemû gel dikarin bi hev re bijîn. Bombebarankirin, tê wateya hedefgirtina fikrên aştiyê."
Zeynep Karayilan bi gotinên; "Ev êrîş nakokiyên herêmî kûrtir dikin û di navbera gelan de birînên ku dermankirina wan zehmet e vedikin” wiha domand: "Di seranserê dîrokê de nêzîkatiyên yekparêz û otorîter ne aştiyê bi xwe re, tenê xwîn û hêstirên çavan anîne.”
'Bêdengî hevkariya sûc e'
Zeynep Karayilan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo gelên Tirkiyeyê, li dijî van êrîşan derketin; tê wateya parastina aştî, demokrasî û îradeya jiyana bi hev re ya gelan. Bêdengî hevkariya sûc e. Li dijî bombebarankirina sivîlan derketin, berpirsyariyek mirovî ye. Di vê xalê de, em bang li Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê dikin ku demil dest êrîşên xwe yên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rawestîne. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember van êrîşên nemirovane bêdeng nemînin û ji bo parastina sivîlan înîsiyatîfek lezgin bigrin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, gelê Kurd û hemû nasnameyên ku li herêmê dijîn dikin ku xwedî li van herêmên derbikevin. Aştiya rasteqîn dê tenê bi rêzgirtina îradeya gel û bi civakek demokratîk dikare bê avakirin."
‘Herî zêde jin bedelên giran ji ber şer didin’
Cîgira Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Suzan Mehmedoglu jî diyar kir ku êrîş jinan bi fikar dike û wiha got: “Di van rojên ku li erdnîgariya me aştî tê axaftin de, êrîşên li dijî sivîlên li taxên Şex Meqsûd û Eşrefiye me jinan pir fikar dike. Em mîna kesên ku bedelên herî giran ên şer didin pir baş dizanin ku ya li Sûriyeyê hewce dike ne pevçûnên nû ne, pêşerojek demokratîk ku hemû gelan dihewîne û aştiyek mayînde ye. Em mîna jinên parêzvanên mafên mirovan, li dijî şer aştiyê diparêzin û bang li Tirkiyeyê û hemû hêzan dikin ku ji bo îradeya gelê Sûriyeyê helwestek bigrin.”