Hîlala Zêrîn Sîdar Andok bi bîr anî

Koordînasyona Hîlala Zêrîn Sîdar Andok (Nîhal Ay) bi bîr anî û diyar kir ku Sîdar Andok, ji roja destpêkê ya tevlîbûnê heta kêliya ku nemir bûye, li gelek qadên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ked daye.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Sîdar Andok a ku sala 2005’an tevlî xebatên çandê bû û dest bi rêwitiya têkoşîna azadiyê kir, di sala 2025’an de dema ku di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de xebat dimeşand, jiyana xwe ji dest da.

Pîvaya jiyana bi wate

Tevgera Hîlala Zêrîn, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya şehîdan weke pîvana jiyana bi wate pênase dike û wiha domand: “Zindî mayîna bîra dîrokî, domdariya hêza manewî û çavkaniya îlhama îradeya jinûve avakirinê, bê guman şehîd in. Yên ku pêşengtiya afirandinê girtine ser xwe, li dijî dorpêça modernîteya kapîtalîst berdêlên giran dide; hêza herî saf a rastiya gelê ku keç û kurên xwe li ser vê rêyê spartine xakê, ew in. Di vê têkoşîna bi salan a li Kurdistanê de, deskeftiya şerê hebûnê û bersîva vê ya şênber şoreşa avakirinê, bi saya van bedêlan gihîştiye roja îro.”

‘Rûmet û wijdan ji xwe re kirine pisûla

Tevgera Hîlala Zêrîn got ku “Şehîd ew in ên ku teslîmê bêdengiya dem nebûne. Ruhên pêşeng in ku bi zanebûna berpirsyariyê tevdigerin, rûmet û wijdan ji xwe re kirine pisûla û wiha pê de çû: “Di nava herikbariya dîrokê de weke mînakên şahidiyê yên ku li dijî jibîrkirinê li ber xwe didin, dewam dikin. Şoreşa Rojava jî parçeyekî vê domdariya dîrokî ye, heta xwedî kûrahiyeke wisa ye ku dikare berê vê herikbariyê biguherîne. Ev şoreş ne tenê têkoşîna gelê Kurd yan jî ya erdnîgariyeke diyar e; meşa hevpar a jin û mêran e ku ji bo rûmeta mirovahiyê rabûne ser piyan. Ev pêvajoya ku bi pêşengiya jinan li Rojava destpê kiriye, di heman demê de weke şoreşa jinan jî tê bîranîn.”

Di nava êşê de hêvî, di nava hilweşînê de siberoj mezin kirine

Hîlala Zêrîn destnîşan kir ku ev têkoşîna ku bi rastiya tund a şer derketiye holê, ne tenê berxwedanê; îradeya avakirina siberojeke azad û demokratîk jî hildigre. Daxuyaniya Hîlala Zêrîn wiha berdewam kir: “Keda ku bi salan e li her qadê tê dayîn, ji xeynî zindî hiştina bîra dîrokî, îdîaya avakirina sibe jî di nava xwe de dihewîne. Li ser vê rêyê nûner, hunermend, kadroyên pêşeng hatine spartina axê; gel her carê hîn zêdetir xak hembêz kir û mayîna li ser piyan ji xwe re kir pîvan. Di nava êşê de hêvî, di nava hilweşînê de siberoj mezin kirine.”

‘Xeta şehîdan mînakên bêhempa yên xeta hunera şoreşgeriyê ne’

Tevgera Hîlala Zêrîn da zanîn ku şoreşa azadiyê di heman demê de têkoşîna jiyana azad a nirxên çandî û hunerî ye û wiha domand: “Têkoşîna mayîna li ser piyan a çanda Kurdistanê ye ku nîşaneya bîra dîrokî ye. Ji şehîd Mizgînan heta şehîd Berçem, ji Halîl Dag heya Hozan Serhed, ji Delîla Meyaser heya Şoreş Semsûr, ji Agir Serhildan heya Bavê Teyar, xeta şehîdan mînakên bêhempa yên xeta hunera şoreşgeriyê jî ava kiriye. Van hevrêyên me şerê hebûnê yê rastiya gel hilgirtin ser milê xwe û pêşengiya hunera şoreşgerî kirin, li dijî zehmetiyan rabûn û di heman demê de bîr bi wate kirin, berxwedan bi estetîkê re anîn ba hev û bi vî rengî şopên nemir hiştine.”

 Hevrê Sîdar Andok jî xwe bi temamî fedayê şoreşê kiriye

Tevgera Hîlala Zêrîn da zanîn ku yek ji hevrêyên wan a ku dest bi vê rêyê kirî, Sîdar Andok e û ev agahî dan: “Hevrê Sîdar Andok jî di vê meşa dirêj û dijwar de, weke jineke ku xwe bi temamî fedayê şoreşê kiriye, cih girt. Weke hevrêyên wê di serî de Rêber Apo, em sersaxiyê ji malbata wê ya welatparêz a hêja û hemû gelê xwe yê ji bo azadiyê têdikoşe re, dixwazin. Hevrê Sîdar ne tenê şahîda şoreşê ye, ji kevneşopiyeke malbateke welatparêz tê ku êş û bedêlên wê jiyan kiriye. Hevrê Sîdar di sala 1987’an de li navçeya Farqîn a Amedê hate dinê. Zaroka malbateke berdêl dayî ya girêdayî çanda Kurdistanê û nirxên welatparêziyê ye. Bavê wê Abdullah Ay di sala 1992’yan de ji aliyê hîzbulkontrayên girêdayî dewleta kûr ve hate qetilkirin. Hevrê Sîdar bi şehadeta bavê xwe di temenekî pir biçûk de rastiya dijmin nas kir û piştî vê bûyerê weke keça şehîdekî bi berpirsyarî kesayeta xwe ava kir. Di temenekî pir biçûk de dibîne ku azadî bi berdêlên giran çêdibe û di salên pêş de ev yek di bîra wê de dibe xwedî cihekî bi kok.”

Ji bo zindî hiştina çand û hunera Kurdî, di temenek biçûk de têkoşîn meşand

Tevgera Hîlala Zêrîn diyar kir ku Sîdar Andok, dema ku malbata wê ji gund koçî navçeya Pasûrê kiriye, dest bi ferqkirina cudahiya di navbera jiyana gund û bajêr de kiriye û wiha got: “Di temenê xwe yê biçûk de, wê nakokiyên li ser ziman û nasnameyê yên li dibistanê, rewşa jinan di civakê de û newekheviya zayendî, jiya. Bajarê Amedê hem yek ji navendên têkoşîna azadiya Kurd e û hem jî bajarekî ku polîtîkayên şerê taybet ên dijmin lê giran tê meşandine. Mezinbûna li hawîrdorek bi vî rengî, di hevrê Sîdar de lêgerîn pêş xist û li dijî dijmin bû xwedî hêrsek mezin. Ji ber ku welatparêzî di civakê de pîvaneke bingehîn e, gelek xizmên hevrê Sîdar tevlî têkoşîna azadiyê bûn û ev yek di lêgerîna jiyana wê de faktorek diyarker bû. Hişmendiya wê ya welatparêzî ya xwezayî, digel jêhatîbûnên wê yên hunerî, bû wesîle ku hevrê Sîdar di sala 2005’an de tevlî xebatên Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê bibe. Ji bo zindî hiştina çand û hunera Kurdî, di temenek biçûk de têkoşîn meşand.”

‘Her du xwişk bûn hevrêyên ku bi hev re di rêya azadiyê de dimeşin

Tevgera Hîlala Zêrîn da zanîn ku di vê pêvajoyê de, girêdana wê ya bi hunerê re hîn xurttir bûye, hewl daye ku di gelek warên hunerî de xwe bipêş bixe û wiha domand: “Tevî zextên li ser çanda Kurdî jî, wê bi israr û bi biryardarî xebata xwe domand. Bi demê re, xwesteka wê ya azadiyê hîn xurttir bû û di sala 2008’an de biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Di heman salê de, xwişka wê Hatîce Ay jî tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi vî awayî, her du xwişk bûn hevrêyên ku bi hev re di rêya azadiyê de dimeşin. Hevrê Adar Amed (Hatîce Ay) di sala 2020’an de li Amedê di encama êrîşa dewleta Tirk a mêtinger de şehîd bû. Hevrê Sîdar li hember şehadeta hevrê Adar, soza xwe ya xurtkirina têkoşîna şoreşgerî di şexsê xwe de careke din nû kir.”

‘Herî dawî li Rojava di xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn de cih girt’

Tevgera Hîlala Zêrîn diyar kir ku Sîdar Andok, ji roja destpêkê ya tevlîbûnê heta kêliya ku nemir bûye, li gelek qadên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ked daye û wiha pê de çû: “Bi têkoşîn, ked, berxwedan, wêrekî, dilsoziya bi hevrêyên xwe re û bi fedekarî û wêrekiya ku di qadên pratîkî yên zehmet de raber kir, ji bo hevrê û gelê xwe bû mînak. Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 17 salan de, têkoşîna wê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, piştre li çiyayên azadiyê berdewam kir. Bi guhertin û veguhertina ku çiyayan di kesayetiya wê de çêkir, wê meşa xwe li her devera ku têkoşîn hewce dikir, berdewam kir. Ew ne tenê şervaneke têkoşînê bû, di heman demê de jinek şoreşger bû ku berxwedanê veguherand jiyanê. Hevrê Sîdar Andok, ku hem di xebatên leşkerî û hem jî ya gel de cih girt, bi hezkirina xwe ya ji bo hunerê, xwe da xebatên çandî û hunerî. Ji bilî rêxistinkirin û pêkanîna van xebatan, wê bi deng û besteyên xwe ew dewlemend kirin. Di stranên ku digot û nivîsandibû de, nirxên gel nîşan dida û van nirxan bi dengekî bihêz îfade dikir. Wê van qabiliyet û jêhatîbûna xwe kir xizmeta gel û têkoşînê. Bi dengê xwe yê zelal, klam û melodiyên Kurdî ku bi germahiya ji dilê jinekê derdiket, veguherandin awazên şoreşgerî. Wê di warê çand û hunerê de hem nirxên neteweyî û hem jî nasnameya jinan nîşan da. Li ser vê bingehê, li herêma Rojava jî kedeke mezin daye. Hevrê Sîdar ku herî dawî li herêma Rojava cihê xwe di nava xebatên Hîlala Zêrîn de digirt, di sala 2025’an de şehîd bû.”

‘Em ê mîrateya hevrê Sîdar zindî bihêlin

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn ragihand ku ew soz didin ku ewê mîrateya Sîdar Andok di dil û hişmendiya wan de hiştiye zindî bihêlin û û li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin. Daxuyaniya Hîlala Zêrîn bi van gotinan bidawî bû: “Em ê bi biryardarî têkoşîna azadiyê heta pêkhatina azadiya Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û jinên ku baweriya wan bi azadiyê heye, dewam bikin. Weke hevrêyên wê yên têkoşînê em di serî de ji malbata wê ya hêja re û ji tevahî gelê me yê welatparêz û berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di şexsê hevrê Sîdar de xwedî li xeta şehîdan derkevin, ji bo pêkanîna xeyalên wan xwe bigihînin jiyaneke rast û bi wate û têkoşîna xwe berfireh bikin. Em careke din dubare soz didin ku em ê şoreşê bi serketinê re tacîdar bikin.”