‘Tavilê darvekirina Zehra Şehbaz Taberî rawestînin’

Pisporên Serbixwe yên Mafê Mirovan a NY, xwest biryara cezayê darvekirinê ku derbarê Zehra Şehbaz Taberî ya 67 salî ku li girtîgeha Reşt Lakan tê girtin de, xirab bikin.

Navenda Nûçeyan – Komek ji pisporên serbixwe yên mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), di daxuyaniya weşandî de hişyar da ku tavilê biryara cezayê darvekirinê yê derbarê Zehra Şehbaz Taberî ya 67 salî ku li girtîgeha Reşt Lakan tê girtin de, xirab bikin. 

NY’ê bal kişand ser dosyaya Zehra Şehbaz Taberî û ev doz wek binpêkirina darizandina edlî ya pergala darazê ya Komara Îslama Îranê nirxand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji pergala darazê de, biyara darazê ya binçavkirin, girtina demdirêj di hucreyên yek kesî de û pêkanînên îtirafkirinê ya dibin zexta fîzîkî û derûnî de ku bûye rotînek, bi fikar in.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Zehra Şehbaz Tabarî, bêyî biryarek a dadgehê hatiye binçavkirin û mehekê di hucereyê de maye û bi armanca bi zorê îtiraf bike rastî zexta psîkolojîk û îşkenceyê hatiye. Darizandin tenê 10 kêliyan dom kiriye, danaşîn bi rêya dîmen û bêyî beşdariya parezêrê ku wê hilbijartî hatiye pêkanîn.

Divê dosya dîsa were lêkolînkirin

Pisporên mafê mirovan ên NY, îfade kirin ku jinên ku di qada civaka sivîl de xebat didin meşandin bi sûcdariyên li dijî rêveberiyê serhildana bi çek, ne tenê sûcek giran û bê bingeh e, di heman demê de awayek ê cihêkariya zayendî ya civakî ye ku bi sazî bûye. Pisporan daxwaz ji Komara Îslama Îranê kirin ku tavilê biryara cezayê darvekirinê ya Zehra Şehbaz Taberî bisekinînin û dozê bi rêgezên darizandina edlî û li gorî standartên navnetewî ji nû ve bê lêkolînkirin.