Kuwêstan Mihemed: Di girtîgehên Herêmê de ji kapasîteya wê zêdetir girtî hene
Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Kuwêstan Mihemed diyar kir ku niha di girtîgehên Başûrê Kurdistanê ji kapasîteya xwe du qat an jî sêqat zêdetir girtî tên ragirtin.
Navenda Nûçeyan- Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Kuwêstan Mihemed li Helebceyê têkildarî kar û xebatên wezareta xwe û rewşa li girtîgehên Herêma Kurdistanê civînek çapemeniyê lidar xist.
Kuwêstan Mihemed têkildarî rewşa girtîgehên çaksazî yên Herêmê agahî parve kir û got: “Me di nava girtîgehên çaksazî yên Herêmê de şoreşek reforman kiriye. Me rê li ber derbaskirina telefon, tiryak û çend diyardeyên din ên nebaş ên nava girtîgehan. bi temamî girtiye.”
‘Di girtîgehan de ji kapasîteya wê zêdetir girtî hene’
Di derbarê rewşa girtîgeha çaksaziya mezinan a Silêmaniyê de jî Kuwêstan Mihemed wiha got: “Girtîgeha Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê ji bo 990 kesan hatiye avakirin. Lê niha hezar û 716 kes tê de tên ragirtin. Li Hewlêrê 2 hezar û 232 kesên cezakirî hene. Li Duhokê hezar û 500 girtî hene. Li Silêmanî û Duhokê du qat zêdetir ji kapasîteya girtîgehan girtî hene, li Hewlêrê jî sê qat zêdetir e. Ev jî pêvajoya reforman a di girtîgehan de sist dike.”