Zarokên keç ên Efganî ji perwerdê bêpar dimînin

Di rêwîtiya perwerdê ya zarokên keç ên Efganî de, temamkirina pola 6’emîn nebû gaveke xwezayî û di pêşeroja wan de veguherî xalekî werçerxê ya bi êş. Zarokên keç ên Efganî, neçar man dev jî perwerda xwe berdin.

BAHARAN LEHÎB  

Tahar- Li Efganistanê bêparkirina zarokên keç a ji perwerdeyê, tenê bi windakirina mijarên dibistanê ve sînordar nîne. Ev yek zêdebûna rêjeyên zewaca zû, kûrbûna xizaniyê, paşketinên pêşketinê û vederkirina nîvê hêza kar a hilberîner a civakê jî di nav de, dibe sedema encamên kûr ên civakî, aborî û derûnî.

Deriyên perwerdê ji nişka ve li wan hat girtin

Îsal, ji bo bi hezaran zarokên keç ên Efganî, qedandina pola 6’emîn ji bûyîna qonaxek xwezayî ya di rêwîtiya wan a perwerdehiyê de derket û veguherî xalek werçerxê ya bi êş. Zarokên keç ên bi hêviya derbasbûna pola 7’emîn beşdarî ezmûnan bûn, nizanibûn ku ev roja wan a fermî ya dawî ya li dibistanê ye. Deriyên perwerdê ji nişkê ve li rûyê wan hate girtin. Bêparbûna wan a ji perwerdê, tê wateya nîvco mayîna xeyal û hêviyên zarokên keçên di vî temenî de. Gelek zarokên keç ên xeyal dikirin bibin mamoste an jî bîjîşk, êdî bi pêşerojek nediyar re rû bi rû ne.

Li ser keçikan zextek giran a derûnî ava dike

Ev rewş, tenê bandorê li kesan nake, di heman demê de bandor li malbat û civakê jî dike. Zarokên keç ên ji perwerdehiyê bêpar dimînin, bi xetereyên mezintir ên mîna zewaca zû, karê malê yê bi darê zorê û tecrîda civakî re rû bi rû dimînin. Ev yek jî çerxa xizanî û newekheviyê kûrtir dike. Gelek malbat li hember vê rewşê bêçare ne. Tevî ku hinek malbat hewl didin li malê an bi rêyên nefermî ji bo zarokên xwe yên keç perwerdê mîsoger bikin jî, ev derfet sînordar in û her tim di xetereya astengkirinê de ne. Nebûna polîtîkayek perwerdê ya aşkera û adilane, li ser zarokên keç û malbatên wan zextek giran a derûnî diafirîne.

Mesafeya di navbera hêvî û rastiyê de mezin dibe

Zarokên keç ên îsal ji pola 6’emîn mezûn bûn, bêyî ku pêşeroja wan li berçav bê girtin, rastî biryarên bêdeng ên ku tên dayîn dibin. Bêdengiya ku li ser wan tê ferzkirin, ne ji razîbûnê ye, ji desteserkirina bipergalî ya mafên wan ên perwerdê çavkanî digre. Heta ku derî girtî bimînin, mesafeya di navbera hêvî û rastiyê de mezin dibe.

Netirsin ew roj dê bê

Em çûn serdana Roya Birin a ku bi awayekî serkeftî pola 6’emîn qedandiye. Kêfxweşiya Roya Birin, di demekî kurt de veguherî xemgîniyê. Hêstirên wê, êşa hevpar a bi milyonan zarokên keç ên Efganî yên di salên dawî de ji perwerdehiyê bêpar mane, nîşan dida. Ev roj li Efganistanê, qîrîna bêdeng a zarokên keç ên Efganî yên hêviya wan a berdewamkirina perwerdehiya wan ji destê wan hatibû girtin, dihat hîskirin. Lê belê, mamosteyan jî digel hemû zextan jî hêviyê bidan xwendekarên xwe û digotin “Netirsin! Bêguman dê roja ku ev zilm, teror û dijminatiya jinê bi dawî bibe were û dê ji bo me hemûyan bibe pêşerojek ronî û bi hêvî.”