Li Mexribê tundî û newekheviya li dijî jinan bi qanûnan tê paşguhkirin
Parêzvanên mafên jinan ên li Mexribê, destnîşan kirin ku qanûnên heyî bi peymanên navneteweyî re nelihevhatî ye û balkişandin li ser ser belavbûna tundiya li dijî jinan û berdewamiya newekheviyê.
Rabat – Parêzvan û aktîvîstên mafên jinan ên li Mexribê, balkişandin li ser berdewamiya astengiyên avahî û çandî yên ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan. Di civînên hatin lidarxistin de, nelihevhatina qanûnên heyî ya bi peymanên navneteweyî û Makezagona Mexribê re di nava sedemên sereke ya belavbûna tundiyê de hate nîqaş dan. Aktîvîstan, balkişandin li ser girîngiya reformên qanûnî û bihêzkirina aborî û civakî ya ji bo parastina jinan û misogerkirina wekheviyê.
Navenda Perwerdehiya Navxweyî û Berpirsiyariya Civakî, bi hevkariya Federasyona Mafên Jinê ya li Herêma Marakeş a Mexribê re, civînek maseya girover a bi sernavê "Qanûnên ku Jinan ji Tundiyê Diparêzin û Wekheviyê Mîsoger dikin" li dar xist. Di civînê de rewşa tundiya li dijî jinên li Mexrivê, nelihevhatina qanûn û rêziknameyan a bi Makezagona Mexribê û peymanên navneteweyî û kêmasiyên di bicîhanîna gelek madeyên Qanûna Malbatê de, hate destgirtin.
Beşdaran, destnîşan kirin rûxmê ku Mexrib alîgirê peymanên navneteweyî ya mîna CEDAW jî, hinek qanûn bi van peymanan û Makezagona 2011’an re nelihevhatî ye. Beşdaran, diyar kirin ku divê demil dest Qanûna Malbatê ku parastina jinan, avakirina stargehên ji bo jinên rastî tundiyê tên û rûmeta jinan dixe di bin ewlehiyê de, bê derxistin. Hate gotin ku qanûnên heyî tundiyê belav dikin, rewşa zewacên zû kûrtir dike û xurtkirina aborî ji bo azadiya hilbijartinê ya jinan û parastina ji kedxwariyê pir krîtîk e.
Daneyên tirsnak rastiyek tarî nîşan dide
Koordînatora Wekheviya Zayendî ya Navenda Perwerdehiya Navxweyî û Berpirsiyariya Civakî Fatma Zahra Iflahn, diyar kir ku li Mexribê ji sedî 82.6’ê jin û zarokên keç ên di navbera temena 15-84 salî de herî kêm rastî cureyek tundiyê hatine, tundiya derûnî jî sedî 49.8 û tundiya hiqûqî jî ji sedî 17 e. Fatma Zahra Iflahn, destnîşan kir ku tecawiza di zewacê de hêj mîna sûc nayê hesibandin, ji nîvê zêdetirê cînayetên jinan ji aliyê kesên nêzî jinê ve tên pêkanîn û tundiya dîjîtal roj bi roj zêde dibe.
Fatma Zahra Iflahn,ragihand ku ji sedî 40’ê jinan daxwaza alîkariyê diknin, zewaca zû û ducanîbûna zû pir belav e û bi taybetî li Marakeşê rêjeyên zewaca zû di asta herî zêde de ye.
Lihevanîna qanûnên neteweyî ya bi peymanên navneteweyî re
Cîgira Seroka Federasyona Mafên Jinan Zahra Sadiq jî, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan ji çanda serdestiya mêr çavkanî digre û divê bi hişmendiya çandî û qanûnan li dijî vê yekê têkoşîn bê kirin. Zahra Sadiq, diyar kir ku polîtîkayên giştî jî rolek girîng dilîzin û veguherînên aborî û siyasî her gav piştgirîya mafên jinan nakin û balkişand li ser derengketina di bicîhanîna Qanûna Malbatê û Qanûna Prosedûra Cezayê de û nelihevhatinên makezagonî.
Federasyonê, bi bîr xist ku Mexrib alîgirê peymanên navneteweyî û bi taybetî CEDAW’ê ku di sala 1993an de hatiye pejirandin û di sala 2011’an de hin nakokiyên wê hatine rakirin e û destnîşan kir ku divê qanûnên neteweyî bi van peymanan re bê lihevanîn. Her wiha banga beşdarkirina perspektîfa wekheviya zayendî ya ji bo polîtîkayên giştî kir.