‘Divê cîhan li hemberî zilma Talîbanê bêdeng nemîne’
Endamên "Tevgera Wêrekiya Jinên Afgan" di 8’ê Adarê de li Îslamabadê kom bûn ji civaka navneteweyî xwestin ji daxuyanî û civînan zêdetir gavên bi berbiçav binpêkirinên mafên jinan li Afganistanê bi dawî bikin.
Navenda Nûçeyan – Endamên "Tevgera Wêrekiya Jinên Afgan" li Îslamabada Pakistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kom bûn da ku rewşa jinan li Afganistanê protesto bikin.
Tevgerê diyar kir ku her çend 8 Adarê sembola hevgirtina jinan a li çar aliyên cîhanê ye ku ji bo edalet, wekhevî û rûmeta mirovan têdikoşin, ji bo jinên Afgan ew rojek e ku bindestî, dûrxistina sîstematîk û belavbûna cudakariya zayendî tîne bîra wan.
Beşdaran teqez kirin ku di bin desthilatdariya Talîbanê de, jin û keç ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî û civakî bêpar in û diyar kirin ku civaka navneteweyî divê tenê daxuyanî û civînan bes nebîne gavên berbiçav bavêje da ku dawî li cudakariya zayendî bîne.
Endamên Tevgera Wêrekiya Jinên Afganistanê vê hişyariyê kirin:
"Bêdengiya salan li dijî zordariya li ser jinan tê wateya hevkariya di neheqiyê de. Ger mafên mirovan ji bo hemû mirovan bin, çima jinên Afgan ji wan bêpar in?"
Tevgerê her wiha tekez kir ku jinên Afgan ji bo mafên xwe yên bingehîn radiwestin û dê têkoşîn û xwepêşandanên xwe yên aştiyane bidomînin.
Talîban di dema zêdetirî çar salan desthilatdariya xwe de bi binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan û sazkirina pergala Apartheidê ya li ser bingeha zayendî tê tawanbarkirin. Lê belê, Talîban îdia dike ku ew mafên jinan li gorî şerîeta Îslamî dike. Berê, pisporên Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz kiribûn ku Apartheidê zayendî wekî sûcek li dijî mirovahiyê were naskirin.