KJAR: Bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Keziyê şoreşê di hûnîn’

Bi boneya 8’ê Adarê KJAR’ê daxuyaniyek weşand û ji bo avakirina qonaxek nû ya Neteweya Demokratîk ku azadiya jinan têde bingeh be bang kir.

Navenda Nûçeyan – Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:  “Bê guman em xwedî wê hêzêne ku berxwedana jinan bi dirêjiya dîrokê di 8’ê Adarê de, xebatê meyên niha, xebatên jinan li Rojavayê Kurdistan û torên berxwedanê, dîroka 8’ê Adarê ji bo serdema niha bilind kiriye. Ev dîroke helwesta azad a li dijî çanda mêrsalar, sermeyadar û terorîstên DAIŞ û Qaîde serî na tewînin. Em pêşwaziyê bi xebat ji bo damezrandina civakek demokratîk dikin.

‘Pêla duyem a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome’

KJAR bal kişand ser têkoşîna jinê û got: “Cîhana îro şahidiya berxwedana bê hempa dike, piştrast dike ku sedsala 21’an dê bibe sedsala azadiya jinê. Ji Rojavayê Kurdistanê heta Rojhilat, ji Bakur heta, Şengal Efganistan, Belucistan, Asya û Emerîkaya Latîn şahidiya vê rastiyê ne. Niha pêla duyem a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome û rastî piştgiriyek berfireh a cîhanê hat. Li Îran û Rojhilatê Kurdistan bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Keziyê şoreşê di hûnin’ dadikevin qadan.

Niha li Îranê şoreşa jinan didome. Herwiha behsa meydanên têkoşînê dikin  ku jin têde pêşengtiyê dikin. Baweriya hemû kesê bi hêza guherîna jinan heye. Ji ber wê piranî êrîş li dijî jinan tê pêkanîn. Divê jin bi awayek rêxistinkirî bi rihê 8’ê Adarê xwe rêxistin bikin û bibin çeperek bi hêz li dijî rejîmê. Xeta jiyana azad li derdora ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûye. Bingehê pergela civaka demokratîke. Bi vê hevbeşiyê hemû xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistan bi taybet ew jinên têkoşîna nirxê azadî, demokrasî û îrademendî dikin. Bi hûnadina pora jinê bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang dikin.

Li ser vî bingehî 

* Yekîtiya xwe ye neteweyî berfirehtir bikin û çalakiya hevbeşiya jinan ji bo Îranek demokrasî zêdetir bikin û projeya demokratîzebûnê bilind bikin.

 

* Divê di 8’ê Adarê de lijneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û lijneya ‘yeksanî û azadî’ û navenda çareseriya xwe li ser bingehê îradeya xelk pêkbînin. Bi nêrîna jineolojî komînên bi hevre jiyana azad cihê jiyana cihgir ê jinê rêkbixin.”