Di nava 24 saetan de 31 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gorî daneyên rêxistina HRANA’yê, di nava 24 saetan de ji ber êrîşên Îsraîl û Emerîka yên li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 56 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha li 23 parêzgehan baregehên rejîma Îranê hatine hedefgirtin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê derbarê êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Emerîka yên li dijî rejîma Îranê û encamên wê yên 24 saetên borî de agahî parve kir.

Li gor agahiyên rêxistinê belavkirine, di nava 24 saetên borî de li 23 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, Emerîka û Îsraîlê herî kêm 117 êrîş li dijî 51 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, balafirxaneyên leşkerî û navendên polîsan pêkanîne.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama êrîşên pêkhatine de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 25 sivîl jî birîndar bûne. Hatiye gotin ku kesên bûne qurbanî, li parêzgehên Tehran, Kirmaşan, Urmiye, Beluçistan, Esfehan, Elborz, Îlam û Tewrêz hatine tomarkirin.

Li gor heman agahiyan, ew ji bo piştrastkirina kuştin û birîndarbûna 926 kesan lêkolînê dikin.

Her wiha hate eşkere kirin ku ji destpêka êrîşên Emerîka û Îsraîlê ve, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 1114 sivîl hatine kuştin ku ji wana 183 jê zarok bûn.