Jinên Ciwan: Her roj roja jinan e
Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, komek jinên ciwan li Silêmaniyê bi belavkirina broşur, kulîlk û pirtûkan li qadên giştî vê rojê pîroz kirin.
Silêmanî – Îro, li ber Parka Giştî ya li Silêmaniyê, komek jinên ciwan pirtûk û broşurên bi sernavên "Gulê Payiz" û "Jin Jiyan Azadî belav kirin û her wiha qurnefîl dan jinan. Bi dirûşma "Her Roj Roja Jinan e" ber bi navenda bajêr ve meşiyan da ku di roja jinan de hişyariya jinan bilind bikin.
‘Armanca me hişyarkirina jinan e’
Eşbîn Husên, yek ji jinên ciwan ên ji Silêmaniyê ye got: "Îro rojeke taybet e ji bo jinan. Ji ber vê yekê em, jinên ciwan, pirtûk, broşûr û kulîlkan didin jinên li Silêmaniyê. Îro em ji Parka Giştî ber bi navenda bajêr ve meşiyan da ku bikaribin hişyarkirina jinan zêde bikin û wan vexwînin çalakiya mezin a jinan 8’ê Adarê."
Eşbîn Husên bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em van çalakiyan ji bo hişyarkirina jinan û civakê pêk tînin. Em hêvî dikin ku şiyariya jinan were bilindkirin."