Kongra Star li Til Temirê civînek li dar xist
Bi beşdarbûna bi dehan jinan Kongra Star, li Til Temirê civînek li dar xist û bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di avakirina Sûriyeya demokratîk de.
Til Temir – Rêzeçalakiyên Kongra Star ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê şoreşa jinan biparêzin” didomin.
Îro jî li bexçeyê Kinêr ê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê, Kongra Star ji bo jinên Til Temirê û gundewarên wê civînek li dar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star Sena Tamir axivî û wiha got: “Divê em gotinên xwe formule bikin û pratîkên xwe li ser bingeha têgihîştina ku jiyana hêjatir û xweşiktir tenê bi jinên azad ên hêzdar û bi rûmet in dikare were bidestxistin, pêşve bibin. Lê belê modernîteya kapîtalîst ku li ser înkarkirina jinan û evînê, înkarkirina civakê, rûmetdarkirina takekesî û belavbûna zayendperestiyê di hemû warên jiyanê de hatiye avakirin, jinan ji bingeha azadiya civakî derdixe. Ji ber ku bêyî koletiya jinan, ne mimkun e, koletî li ser civakê were ferzkirin. Ji ber ku hêzdarkirina jinên azad tê wateya civakek azad, ji ber ku azadî dijberiya koletiyê ye.”
Têkoşîna ber bi 8’ê Adarê ve
Sena Tamir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê, şoreşa jinan temînata avakirina civakek exlaqî, siyasî û demokratîk e. Her wiha felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" nêzîkatiyek bingehîn û stûna hebûna jinan e. Ji destpêka dîrokê ve û bi baweriya girîngiya azadiya jinan, di hemû warên jiyanê û qadên têkoşînê de jin têkoşiyan û berxwedan raber kirin.”
Pirsgirêkên neçareserkirî
Sena Tamir got ku tevî van hemûyan, di nav civakê de pirsgirêkên neçareserkirî mane û wiha bilêv kir: “Mijarên weke wekhevî, tundî û mijarên siyasî, zagonî û civakî. Pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêkeke civakî ye. Çawa ku em hewce ne jin ji bo azadiyê têbikoşin, hewce ye mêr jî ji bo azadiyê têbikoşin. Em niha li ber avakirina Sûriyeya nû ne û ev yek hewldanên hevgirtî yên hemû endamên civakê hewce dike.”
Sena Tamir di dawî de got ku bi baweriya bi guhertin û avakirinê û ji bo guhertina şêweyên çandî û civakî yên ku gel û civak hê jî ji wan dikşînin divê her kes, jin û mêr, têkoşîna xwe ji bo bidestxistina cîhana dadmendtir di Sûriyeya nû de xurt bikin.
Di nava şerê herêman de girîngiya stratejiya jinan
Reşa Elo ya ku beşdarî civînê bû 8’ê Adarê li tevahî jinên şoreşger pîroz kir û wiha girîngiya vê rojê anî ziman: “8’ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, bi qasî ku em tê de soza xwe ya ber bi azadiyê ve nû dikin, em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Gelo dê hebûna jinan di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de di çi astê de be. Serkeftina dewletek li ser têgihîştina baweriya azadiya jinan û misogerkirina mafên wan çêdibin. Di demek ku şer welatekî derbas dike û dibe şerê herêman û gurtir dibe de pêwist e jin di nava vî şerî de bibin yek û stratejiya xwe diyar bikin.”
Reşa Tamir di dawî de got ku ev fersendek e ji jinan re divê nêrîna xwe bikin yek û bizanibin çawa xwe birêxistin bikin.