Li Iraqê mafên jinan di navbera zagon û siyasetê de ne
Li Iraqê jin, di bin serweriya sîstema baviksalar de, bi pirsgirêkên zagonî, civakî, siyasî û aborî re rûbirû dimînin. Tevî van astengiyan tevgerên femînîst têkoşîna xwe ya ji bo guhertinên bingehîn didomînin.
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Mafên jinan kevirê bingehîn ê avakirina civakên dadwer û hevseng in. Jin li Iraqê hê jî bi gelek astengiyên zagonî û civakî re rûbirû dimînin. Tevî êrîşên li ser destkeftiyên zagonî yên 10 salên dawî hatine bidestxistin zêde dibin jî, çalakvanên femînîst hewldanên xwe didomînin da ku hebûna jinan di cihên biryardayînê de xurtir bikin.
Ji bo nirxandina krîz û pirsgirêkên herî berbiçav ên ku jin bi wan re rûbirû dimînin ajansa me bi nivîskar û çalakvana femînîst a Iraqî û endama damezrîner a Hevpeymana Jinan a Emanê, Nediya Mehmûd re hevpeyvîn çêkir.
*Jin li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bi taybetî ji ber ku li piraniya welatên herêmê şer û pevçûn hene, bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû ne. Ev krîz û nakokî bandorek çawa li ser rola wan a di civakan de dikin?
Faktorên civakî, aborî, hiqûqî û mafên mirovan ne tenê bandorê li ser rola jinan dikin, di heman demê de bandorê li ser jiyana taybet a jinan jî dikin. Em di civakên kapîtalîst de dijîn ku jin bi pirsgirêkên aborî yên girîng re rûbirû dimînin. Ji ber xizanî û krîzên darayî kêşeyan dikşînin. Li dewletên din rêjeya beşdariya jinan li bazarên kar ji sedî 15 heta 20 e. Li Iraqê ev rêje dadikeve derdora ji sedî 12’an. Nebûna derfetên kar, xizaniyê di nava jinan de zêde dike. Ev jî dibe sedem ku jin nikaribin serxwebûna xwe ya aborî bidest bixin. Sîstema zagonî ya herêmê ku li ser bingeha zagonên Îslamî ne, roleke girîng di teşedayîna jiyana jinan de dilîze. Di nava van zagonan de zagonên Rewşa Kesane derdikeve pêş ku cudekariya li dijî jinan di nava xwe de dihewîne.
Zêdebûna normên civakî, olî û mezhebî, bi eşîrtiyê re di asteke zêde de beşdarî xurtkirina cudakariya zayendî ya li dijî jinan bûye û bi awayên pir tund û cudakar mêran li ser jinan tercîh kiriye. Ev şert û merc bandorê li jinan dikin û azadiyên wan ên yasayî, civakî, aborî, takekesî û sivîl sînordar dikin. Ev rastî serdestiya pergala baviksalar di civakê de xurt dike, bandorek neyînî li ser rol û statuya jinan dike û newekheviya zayendî didomîne.
*Gelo sedema bêparbûna jinan ji mafên wan kêmbûna nûnertiya wan a di cihên biryardayînê de ye? Ev dibe sedem ku jin nikaribin rola xwe bicîh bînin û wekheviyê bi dest bixin?
Bêguman na. Sîtemeke kapîtalîst a baviksalar heye ku têkiliyên mirovan birêve bibe û gîhandina jinan ji van cîhan re nayê wê wateyê ku ev sîtema cudekar a li dijî jinan bidawî dibe. Hebûna wan li gorî nûnerên partiyên mêr ên baviksalar, tê wê wateyê ku ew nikarin di bin polîtîkayên di parlamentoyê de tên meşandin di biryardayînê de serdest bibin û ji mêran zêdetir dengan bi dest bixin.
Li Iraqê kotayek ji sedî 25 ji bo jinan tê veqetandin, lê partiyên Îslamî gelek caran jinên ku nêrînên xwe tînin ziman hildibjêrin. Lê ne ji bo ku daxwazên jinan temsîl bikin. Bi rastî ev jin ji îfadekirina pêdiviyên xwe bêtir îdeolojiya baviksalar û serdest a mêran a wan partiyan nîşan didin.
*Wek çalakvanek femînîst, gelo li gorî we ev polîtîkayên li parlamentoyê çi guhertinan hewce dikin û gelo hewldanên rêxistinên jinan ji bo guhertina vê rastiyê têr dikin?
Her guhertinek zextê ji jêr ve, ango ji girseyê û têkoşîneke li dijî vê sîstema baviksalar hewce dike. Ev têkoşîn beşek ji hêla rêxistin û tevgerên femînîst, bi partiyên siyasî, sendîkayên karker û tevgerên civaka sivîl ve tê meşandin ku hewldanên wan ji bo pêkanîna guhertineke berfireh di vê pergalê de bi hev re ne. Bêyî tevgereke kolektîf a yekgirtî û rêxistinkirî li ser bingeha hevrêzî, tor û hevpeymaniyên di navbera hêzên cihêreng ên ku mafên jinan diparêzin de, desteserkirina van mafan dê pir dijwar bimîne. Bêyî stratejiyeke zelal û bernameyeke bi bandor û bêyî şiyana rûbirûbûna polîtîkayên li ser bingeha zayendperestiyê, guhertin ne gengaz e. Hêzên paşverû yên di civakê de, bi hêsanî dev ji feraseta xwe bernadin, ev yek di vê pevçûnê de rêxistin û hevgirtinê girîng dike.
*Wek endamek damezrîner a Hevpeymana Femînîst a Emanê ku parêzvanên jin ên ji seranserê Rojhilata Navîn û Afrîkayê dihewîne, gelo niha ti projeyên zagonî ku bikaribin bandorê li ser rewşa mafên jinan li Rojhilata Navîn bikin hene û koalîsyon çawa dikare piştgiriyê bide wan?
Ji ber ku em bi giranî li ser Iraqê disekinin, hevpeyman li welatên Ereb xwedî hejmareke kêm a çalakvanan e. Lê em serlêdanên endamtiyê yên çalakvanên li welatên Rojhilata Navîn red nakin. Ji ber ku em bi navê femînîzmê diaxivin bi êrîşên dijwar re rûbirû dimînin. Armanca êrîşan jî xirabkirina têgeha femînîzmê ye. Ji ber vê yekê, çalakvanên mafên mirovan ji gotina peyva femînîzmê dûr dikevin.
Ji aliyekî din ve rêxistin û tevgerên femînîst bê westan ji bo parastina pirsgirêkên jinan dixebitin. Lê ew negihîştine asta çalakiyên yekgirtî û ew ditirsin ku ger li dijî tiştekî derbikevin bi kiryar, gef û zextan re rûbirû bimînin. Ji ber ku em li welatekî wisa ne ku demokrasi tuneye. Ji ber vê yekê, girîng e em jin refên xwe bikin yek.
*Em çawa dikarin pireke ragihandinê di navbera nifşên cuda de ava bikin da ku piştgiriyek çêtir bidin?
Avakirina piran di navbera nifşan de ne zehmet e, heta ku vîzyonek hevpar hebe jinên xebatkar û çalakvanên femînîst bi hev re bikin yek. Dema ku ev vîzyon hebe gihîştina armancên din jî gengaz dibe. Heta ji bo danûstandina ezmûnan, guhdarîkirina hevbeş û têkiliyeke erênî vekirî be, ragihandina di navbera nifşan de ne pirsgirêkek mezin e.
*Weke ku we behs kir, zagonên heyî yên li Iraqê mafên jinan binpê dikin û li dijî wan cudakariyê dikin. Bi nêrîna we ji bo mîsogerkirina rûmeta jinên Iraqî pêdivî bi çi reformên zagonî heye?
Hewcedarî bi gelek reformên zagonî heye ku bi serarastkirina hinek xalên zagonên ceza dest pê dike û betalkirina zagonên ku disîplîna jinan rewa dikin û tecewizkaran ji ceza azad dikin. Divê bendên cudakar ên di Zagona Sivîl de jî werin sererastkirin.
Têkildarî zagona Rewşa Kesane ya ku zagona herî zêde bi mafên jinan ve girêdayî ye, di demên dawî de paşketin çêbû. Destkeftiyên jinan ên 60 salan hatin tunekirin. Ji ber vê yekê, divê ev zagon ji nû ve were formulekirin da ku wekheviya zayendî mîsoger bike. Divê her zagonek ku pirzewaciyê zagonî dike, were betalkirin. Her wiha divê zewaca di temenê biçûk de jî wek sûc were dîtin û were rakirin. Divê zewaca li derveyî dadgehan jî bê qedexekirin. Ji ber ku herî zêde jin û zarok dibin mexdûrên vê zagonê.
Zêdetirî 13 salan e rêxistinên jinan hewl didin tundiya li dijî jinan di bin qanûneke tundiya navmalî
de sûcdar bikin. Polîtîkayên hikûmetê xwe dispêrin amûrên weke polîsên civakê ku ji bo çareserkirina nakokiyên malbatî hatine damezrandin. Lê qanûnek tuneye ku karê wan birê ve bibe. Jinên ku serî li van hêzên polîsan dane, di dawiyê de hatine kuştin. Ev yek jî pêwîstiya lezgîn a bicîhanîna zagonên bi bandor a ji bo parastina jinan ku di nav de avakirina stargehên bi ewle jî hene ji wan re peyda bikin, destnîşan dike.
Bi taybetî li Iraqê hêzdarkirina jinan ji hêla aborî ve gaveke pêwîst e. Ji bo dabînkirina çavkaniyeke dahatê ya serbixwe ya ji bo wan ev girîng e. Divê ev xebat bê nirxandin û jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin divê ji bo misogerkirina maf û parastina xwe, piştgiriyê ji hikûmetê bigrin.