Jinên Elewî: Komkujiyên li peravê rûyê rast ê rêveberiya demkî nîşan da

Jinên Elewî yên ku ji ber qirkirina mezhebî ya li ser Elewiyan li peravên Sûriyeyê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, diyar kirin ku komkujiyên li dijî wan hatine kirin rûyê rastîn ê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê nîşan dide.

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Ji ber rewşa şer û aloziya ku Sûriye ji sala 2011'an û vir ve şahidiyê dike, gelek komên civakî û mezhebî bi darê zorê koçber bûne û êş kişandine. Di nav van koman de Elewî jî hene ku beşek girîng ji nifûsa li peravên Sûriyeyê ne. Bi zêdebûna binpêkirinên li dijî wan ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve, civaka Elewî niha di bin gefên zêde de dijîn.

Elewî li deverên xwe yên peravê bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin. Jiyana wan bi serdagirtin, girtinên kêfî, wêrankirina milk, kuştin, komkujî, koçberbûna bi zorê û têkçûyîna rewşa ewlehiyê hatiye dorpêçkirin. Ev yek jî dibe sedem ku piraniya wan berê xwe bidin cihên herî bi ewle ya Sûriyeyê, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ajansa me nêrînên jinên Elewî yên ji herêmên peravê yên Sûriyeyê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve koçber bûne girt. Jinan çîrokên xwe yên bi êş bi me re parve kirin.

'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mirovahiyê cihekî bi ewle ye'

Mûna El-Muhemed ji destpêka zewaca xwe ve li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Ew niha malbata xwe ya ku ji herêmên peravê koçber bûne li mala xwe pêşwazî dike wiha dibêje: "Bi hilweşîna rejîma Sûriyeyê re, welat ket qonaxeke xwînî ya bi kaos û dabeşbûnê ku bedela wê ji aliyê sivîlên ji mezheb û civakên cuda, bi taybetî mezhebên Elewî, Durzî û Xirîstiyan bûn, hat dayîn. Ji aliyê desthilatdariya nû ve bi binpêkirinên giran re rûbirû dimînin. Deriyê mala min ji hemû mirov û hevalên min ên ji mezhebên cuda re vekiriye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê cihê mezhebî nîn e yê mirovahiyê ye. Li herêmên peravê jî ji ber mezheban tevliheviyek çêbû hemû mezheb bûn hedefa binpêkirinan."

Zihniyeta tundrew û kiryarên hovane li dijî Elewiyan

Mûna Muhemed di nava gotinên xwe de tiştê ku li peravê qewimîne anî ziman û wiha domand: "Ew ne şer bû, komkujiyek bû li dijî mirovên bê guneh hat kirin. Gunehê zarok û jinan çi bû ku bi hovane bên qetilkirin? Tu ol li dunyayê van kiryaran qebûl nake. Di heman demê de medyayê jî van sûcan paşguh kir û bal nekişand ser êşa civakê. Zêdetirî deh hezar Elewî bi hovane hatin kuştin. Mezhebperestî di nava Sûriyeyiyan de tune bû, ew ji aliyê rejîmên otorîter û zordar ve bi zorê li ser wan hatibû ferzkirin. Jin û zarokên peravê weke jinên Êzidî li bazaran tên firotin. Ez bang li her kesî dikim ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li vir ewlehî û rêzdarî heeye. Me texmîn dikir ku rewş piştî rejîmê li Sûriyeyê çêtir be lê rastî pir dijwartir bû. Heta ku em yekitî, redkirina mezhebî û avakirina welatekî ku her kesê dihewîne, pêk neynin em ê ji vê rewşê dernekevin."

'Rêveberiya Xweser me bi ruhê biratî û wekheviyê pêşwazî kir'

Rewaa Ebdulhemîd El-Muhemed ku ji ber tirsa binpêkirinên li peravên Sûriyeyê diqewimin, xwe li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye wiha rêwîtî û çîrokên xwe yên bi êş anî ziman: "Nivîsgeha Rêveberiya Xweser pir bi germî me pêşwazî kir û pêşwaziya wan destpêkek baş bû. Heta xelkê herêmê jî yên ku pêşwaziya me kirin, qebûl nekirin em bêmal bimînin û deriyên xwe ji me re vekirin mîna ku em beşek ji wan bin. Li van deveran me hîs nedikir ku em ji wan cuda ne. Eleqeyên wan bi me re  îfadeya ruhê biratî û wekheviyê bû. Me bi riya yekitî û hevkariyê dest bi rêxistinkirina xwe kiriye.”

'Rêxistin prensîba bingehîn a xweparastinê ji êrîşan e'

Di dawiya gotinên xwe de Rewaa El-Muhemed got ku rêxistinbûn prensîba xweparastinê ji êrîşan e û wiha bi dawî kir: "Me dest bi komîteyên rêxistinê kir û ji bo yekkirina refên xwe em xebitîn. Armanca me ji organîzekirina van komîteyan ew e ku em rastiya xwe ya heyî baştir bikin û ji bo pêşerojeke çêtir bi hev re bixebitin. Xwerêxistinkirin mifteya guhertinê ye û bi riya wê em ê bikaribin piştgiriyê bidin tevahî civakê. Bi saya van hewldanan, komîte bûne gavek ber bi aktîfkirina hebûnek bi bandor li herêmê û pêkanîna daxwazan."