Dîroka Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge diyar bû

Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge îsal ji bo xelatkirina jinên ku ked dane sînameyê wê di navbera dîrokên 28’ê Gulan - 4’ê Hezîranê de were li darxistin.

Navenda Nûçeyan – Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge îsal wê di navbera 28’ê Gulan-4’ê Hezîranê de were li darxistin. Di çarçoveya mihrîcanê de wek her sal, îsal jî wê jinên ku ked dane werin xelatkirin. 

Xelata Rûmetê wê bê dayîna lîstîkvan Hulya Darcan û Gulşen Bubîkoglu, Xelata Serkeftinê ya Bîlge Olgaç bidin Bennu Yildirimlar, dîrektora cast Harîka Uygur û amadekar û derhênera mihrîcanê Başak Emre, Xelata Cadiya Ciwan ku ji bo destekkirina sînemagerên jin ên ciwan tê dayîn wê  bidin lîstikvan Mîna Demîrtaş. 

Xelat wê di merasîma vekirinê ku wê di şeva 27’ê Gulanê de were li darxistin, bê dayîna xwediyê wan. Mihrîcan hebûna jinan di sînemayên de pîroz dike, ji bo bûyîna platformek bi hêz ya wekheviya zayenda civakê di domîne.

Bernameya mihrîcanê û teqwîma çalak wê di rojên pêşiya mede were aşkerekirin.