Jinên Efgan banga têkoşîna hevpar a li dijî Talîbanê dikin
Li Efganistana ku di bin desthilatdariya Talîbanê de ye, Talîban hewl dide jinan bi zorê bizewicîne. Jina ciwan a bi navê Abîde ji bo bi endamê Talîbanê re nezewice xwe şewitand. Aktîvîstên Efgan bang dikin ku li hember zilma Talîbanê, jin bibin yek.

BEHARÎN LEHÎB
Ghor – Zewaca bi darê zorê, ji sala 1992’an ango destpêkirina serdestiya komên cîhadîst şûnde, her ku çû zêdetir bû. Tevî ku sal derbas bûne jî ji bo sekinandina vê rêbaza dermirovî, tu tedbîreke cidî û bi bandor nehatiye girtin.
Ev yek bû sedema zewicandina bi zorê, tundiya di nava malê de, xwekuştinên jinan û heta zêdebûna cînayetên jinan. Efganistan ne tenê bûye cihê mêrsalariye, di heman demê de di rewşa serdestiyeke ku jinan weke dijmin dibîne de ye.
Zewicandina bi darê zorê zêde dibe
Li gorî rapora Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ku di sala 2018 û 2019’an de hatin weşandin, tenê li bajarên Herat û Badghisê 183 kes bi zorê hatine zewicandin û 10 bûyerên firotina zarokan hatine qeydkirin. Qurbanên van zewacan, zarokên di navbera 6 û 17 salî de ne.
Salên borî li gorî qanûna medenî, ji bo zarokên keç temenê zagonî yê zewacê, wek 18 salî hatibû diyarkirin. Lê belê bi hatina Talîbanê re, ev zagon hat rakirin û zagona ku xwe dispêre nêrînên şerîetê temenê xamabûnê, wek 9 salî diyar kir. Li aliyê din bêparmayîna zarokên keç a ji perwerdeyê, bû sedem ku gelek zarok ji bo reva bi darê zorê, bi kesên çekdar re werin zewicandin. An jî ji ber xizaniyê û endamên din ên malbatê bidin jiyîn, keçên xwe yan dizewicînin an jî difroşin.
Ger mirov li torên medyaya dîjîtal binhêre, dê bibîne ku li Efganistanê tabloyeke tarî heye. Gelek êşên jinan ên nehatine vegotin hene. Jinên ku hatine bêdengkirin, bêçare hatine hiştin, hinek caran xwe li ber van êşan nagirin, serî li riya xwekuştinê didin. Di dema desthilatdariya Talîbanê de ev pêl dijwartir bû.
Ji ber ku hewl dan bi darê zorê wê bizewicînin xwe şewitand!
Beriya çend rojan Abîdeya 20 salî ji bo ku bi birayê endamekî Talîban re bi darê zorê neyê zewicandin, xwe şewitand. Leyal Naz a ku nêzî wê bû, ji me re ev tişt gotin: “Abîde, ji ber ku li dijî zewaca sêyem a bi endamekî Talîbanê re serî rakir, xwe kuşt. Xwestin wê bi darê zorê bibin. Dema bav û birayê wê li dijî vê yekê xwe neqayîl kirin jî, wan kirin girtîgehê. Abîde ji bo ku ji vê zilmê rizgar bibe xwe şewitand.”
Dîmenê şewata Abîde di medyaya dîjîtal de deng vedan. Her çiqas mirov dixwazin wê rizgar bikin jî, mixabin jiyana xwe ji dest da. Wek her carê, Talîban bêdeng ma û tu saziyên fermî hesab nedan. Di nava vê bêdengiyê de, tenê dengê jinên xwepêşander û parêzvanên mafên jinan hat bihîstin.
‘Kesên ku tola van cinayet û zulmê bigrin jin in’
Ji aktîvîstên mafên jinan Vejîhe Necat jî wiha got: “Em jin her roj rastî îşkenceya giyanî û fîzîkî ya Talîbanê tên. Di nava sê salan de gelek jin hatin qetilkirin, tu kesî hesab neda. Mixabin kesên ku tola van cînayet û zilmê bigrin, dîsa jin in. Jin ji bo ji serdestiya Talîbanê rizgar bibin divê bi awayek zana û biryardar têbikoşin, da ku aştî, refah û aramî di nava civakê de çêbibe.”
Zewaca bi darê zorê ne tenê biryara malbatê ye, awayekî tundî û binpêkirina mafên mirovan e jî. Bêdengiya civakên cîhanê didome, jinên Efgan bi canê xwe li dijî radîkalîzmê têdikoşin. Lê belê ji bo berdewamiya vê têkoşînê destek, eleqe û çalakiyên lezgîn pêwîst in da ku nifşên pêşerojê bikaribin di nav şertên mirovî de bijîn.