Li Hesekê foruma jinan: Li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal

Di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk forumeke diyalogê lidar xist.

Hesekê – Di çarçoveya rêzeçalakiyên platforma hevbeş ku di 15’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe ragihand, îro di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk forumeke diyalogê li dar xist.

Di forumê de bi dehan ji rêxistinên jinan, partiyên siyasî, parêzerên jin, sazî û dezgehên jinan amade bûn.

Di forumê de du mijarên sereke hatin niqaşkirin: ya yekem, tundûtûjiya li dijî jinan ji aliyê siyasî û civakî ji aliyê hevseroka Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Hesen ve hate dayî; û ya duyem, mekanîzmayên parastina jinan ji perspektîfeke qanûnî û mafî ve ji aliyê parêzer Roja Xelef ve hate birêvebirin.

‘Têkoşîna jinan li dijî tundiyê têkoşînek dîrokî ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, karûbarên forumê bi axaftina vekirinê ya hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Mihemed dest pê kir. Remziye  got: “Têkoşîna jinan li dijî tundiyê têkoşîneke dîrokî ye, û bi saya vê dîrokê ye ku me ew hêz bi dest xistiye ku şoreşa îro ji bo azadiya jinan organîze bikin û pêşî li her cûre tundiyê bigirin. Li hember vê têkoşînê, polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin û her cûre tundiyê tê meşandin.”

‘Înkarkirina hebûna jinan di vê sedsalê de nayê qebûlkirin’

Remziye da zanîn ku jinan di nava şoreşê de şoreşek nû dan destpêkirin û wiha anî ziman: “Jinan di nav şoreşa Rojava de şoreşek nû dan destpêkirin û bi saya felsefeya wan a jiyana jinan, azadî û hevgirtina wan, ev şoreş li seranserê cîhanê belav bûye. Û bi saya vê hevgirtinê, têkoşîn û berxwedan heta roja îro jî berdewam dike. Înkarkirina hebûna jinan di vê sedsalê de nayê qebûlkirin. Kes nikare rola girîng a ku jin di hemû warên jiyanê de dilîzin înkar bike. Divê em xwedî li banga rêberê xwe derkevin û ji bo misogerkirina aştî û edaletê hevgirtina jinan li dijî tundiyê xurt bikin.”

Remziye di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku 25’ê Mijdarê Roja Jinên Navneteweyî ye, rojek ji bo bilindkirina dengê jinan li dijî tundûtûjî û neheqiyê û wiha dewam kir: “Ji wê rojê ve, êş veguheriye qîrînek gerdûnî, û nîqaşa tundûtûjiya li dijî jinan êdî ne tenê meseleyek herêmî an ‘pirsgirêka jinan’ e. Ew bûye birînek vekirî di wijdanê tevahiya cîhanê de.”

‘Jin bûne qurbaniyên sereke yên vê dûrketina ji nirxên bingehîn ên mirovahiyê’

Mijara yekemîn a bi sernavê “Tundûtûjiya li dijî jinan ji aliyê siyasî û civakî” ji aliyê hevseroka Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Hesen ve hate dayîn û wiha got: “Tundûtûjî li dijî jinan ne diyardeyeke nû ye; ew mîrateyeke giran a çandî û dîrokî ye. Hevkariya rastîn a di navbera mirovan de veguheriye xwedîtî û kontrolê, û jin bûne qurbaniyên sereke yên vê dûrketina ji nirxên bingehîn ên mirovahiyê. Ev serdestiya li ser jinan ne modelek qismî ye, lê belê modelek e ji bo hemî şêweyên zordarî û tundûtûjiyê, di nav de kevneşopiyên civakî, siyasî û aborî yên ku bindestiyê di nav nifşan de ji nû ve diafirînin.”

‘Rizgarkirina hişmendiyê xala destpêkê ya bingehîn ji bo her guhertinekê ye’

Nisrîn di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rizgarkirina hişmendiyê dibe xala destpêkê ya bingehîn ji bo her guhertinekê. Berxwedana li dijî tundûtûjiyê ne tenê rûbirûbûnek fîzîkî ye, lê berxwedanek rewşenbîrî û giyanî ye ku bernameyên felsefî, xwendina dîrokê ji perspektîfa hevkariyê û hilweşandina zimanên hegemonyayê di gotûbêjên rojane de hewce dike.”

‘Dema yasa ji exlaq were veqetandin, vediguhere şêwayekî tundûtûjiyê’

Nisrîn wiha behsa girîngî û rola yasa û saziyan kir û got: “Yasa û sazî roleke girîng dilîzin, lê dema ku yasa ji exlaqê were veqetandin, ew dikare veguhere şêweyekî din ê tundûtûjiyê. Edaleta rastîn dadgehên ku li ser reformê disekinin, qanûnên ku tundûtûjiya sembolîk û avahîsaziyê krîmînalîze dikin, û mekanîzmayên ji bo berpirsiyariya exlaqî di her saziyekê de hewce dike. Di heman demê de, bernameyên hêzdarkirina hebûna jinan dihêlin ku afirîner bin û beşdarî biryardanê bibin.”

‘Şîdeta li dijî jinan amûrek ji bo hilberandina bindestiya civakî û domandina pergalek baviksalarî ye’

Nisrîn di dewama axaftina xwe de tekez kir ku di xwendineke felsefî ya kûrtir de, şîdeta li dijî jinan ne tenê wekî pirsgirêkek zayendî tê dîtin, lê wekî amûrek ji bo hilberandina bindestiya civakî û domandina pergalek baviksalar ku serdestiya xwe bi rêya dîrok, aqil û ziman li gorî serdestiya mêran saz dike, tê dîtin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Berevajî vê, ramana demokratîk banga vejandina exlaqê civakî li ser bingeha beşdarbûn û entegrasyonê dike, ne li ser bingeha serdestî û îstismarê, û ji bo hêzdarkirina jinan wekî lîstikvanên sereke di jiyana civakî de, ne tenê wekî sembol an şopîner.”

‘Zanista Jineolojî riya guhertin û veguhertinê ye’

Nisrîn balkişand li ser amûrên herî girîng ji bo guhertinê û got: “Yek ji amûrên herî girîng ji bo guhertinê avakirina encumenên jinan e, ku dibin hêzek rastîn ku jinan diparêze û karûbarên wan ên civakî, aborî û dadwerî birêve dibe, û piştrast dike ku hêz ne tenê bi rêxistina siyasî ve girêdayî ye, lê belê bi hişmendî û têgihîştina kûr a rola jinan di civakê de ye. Herwiha, akademiyên jinan, an jî tiştê ku wekî zanista jinan (Jineolojî) tê zanîn, ne armanc dikin ku beşek nû li pirtûkên zanistên civakî zêde bikin, lê belê armanc dikin ku dîrokê ji perspektîfa jinê ve ji nû ve binivîsin û zanînê ji xisleta wê ya mêran rizgar bikin, da ku jin bibin hêzek zanînî û afirînerek nirxên nû ji bo jiyan û civakê.”

‘Pêwistî bi sîstema hevserokatiyê heye’

Nisrîn got: “Di warê siyasî de, şikandina desthilatdariyê pêdivî bi pejirandina prensîba hevserokatiyê heye, ku tê de her pozîsyonek serokatiyê ji hêla mêrek û jinekê ve bi hev re tê birêvebirin. Armanc ne tenê sembolîk e, lê di heman demê de pratîkî ye: misogerkirina ku dengê jinan di her pêvajoya biryardanê de were bihîstin û wekheviyê veguherîne pratîka rojane. Di eniya aborî de, avakirina torên hevkariya aborî ji bo jinan serxwebûna wan a darayî garantî dike.”

‘Xweparastin meseleyeke hebûnî û rewşenbîrî ye’

Nisrîn destnîşan kir ku xweparastin di vê çarçovê de ne tenê meseleyeke ewlehî an madî ye, lê belê meseleyeke hebûnî û rewşenbîrî ye. Ew bi redkirina radîkal a tundûtûjiyê dest pê dike û dirêj dibe heta rêxistinkirina civatekê ku endamên xwe ji xerîbbûnê, çi siyasî, çandî, çi civakî be, diparêze. Dadmendiya civakî li ser lihevhatin û başbûnê ye, ne li ser tolhildanê û armanc dike ku tevna civakî tamîr bike û hevsengiyê li têkiliyan vegerîne.

‘Çand qada şer a herî kûr e’

Nisrîn da zanîn ku çand li vir qada şer a herî kûr e û wiha dewam kir: “Ji nû ve nirxandina gotinên pêşiyan, stran û wêjeya ku nirxa jinan kêm dikin an jî tundûtûjiyê rewa dikin, û şûna wan bi vegotinên nû yên ku rola bingehîn a jinan ronî dikin, ne luks e lê pêdiviyek şoreşgerî ye. Veguherîna çandî û rewşenbîrî piştgiriyê dide guhertina civakî û siyasî, hawîrdorek diafirîne ku her kes dikare tê de bi hevsengiyê û azadiyê bijî, bêyî kontrol û serdestiyê.”

Di dewama forumê de sînzyonek li ser dîroka 25’ê Mijdarê ku bi têkoşîna xwişkên Mîrabel dest pê kir, hat pêşkêşkirin.

‘Hevpeymana civakî ji bo pêkanîna edaletê bê cudakarî bendên girîng dihewîne’

Her wiha mijara duyemîn a bi sernavê “mekanîzmayên parastina jinan ji perspektîfeke qanûnî û mafî ve” ji aliyê parêzer Roja Xelef ve hate birêvebirin. Roja wiha anî ziman: “Di 12’ê Kanûna Pêşîn a 2023’an de, Rêveberiya Xweser peymaneke civakî ya nû pejirand ku, ji bo cara yekem, bendên zelal û eşkere yên ku tundûtûjiya li dijî jinan sûcdar dike dihewîne. Xalên 50 û 51 destnîşan kirin ku: Her cure tundûtûjî, îstîsmar, an cudakarî li dijî jinan sûcek e ku li gorî qanûnê tê cezakirin. Peymanê her wiha prensîba temsîliyeta wekhev piştrast kir, û mafê jinan ji bo beşdarbûna di hemû aliyên jiyan û biryardanê de, û gihîştina edaletê bêyî cudakarî tekez kir. Peymana civakî bêtir bûye mîna ‘makezagoneke biçûk’ ku piştrast dike ku parastina jinan ne hilbijartinek an mijareke şîrovekirinê ye, lê belê mecbûriyetek yasayî ye ku ji bo hemî saziyan girêdaye.”

‘Zagonê malbatê jiyana malbatê ji nû ve organîze kir’

Roja behsa girîngiya pêkanîna zagonê malbatê di nava civakê de kir û wiha got: “Qanûna Jinan û pêşketina wê bo Qanûna Malbatê (Fermana Hejmar 1 a 2023). Qanûna ku di sala 2014’an de bi navê Qanûna Jinan dest pê kir, îro bûye Qanûna Malbatê ku jiyana malbatê ji nû ve organîze kir.”

Roja piştrast kir ku dad û qanûn garantiya rastîn a mafên jinan in, û her têkçûna parastina wan têkçûna parastina mafên mirovan bi xwe ye û got: “Zagonê malbatê, jiyana malbatê ji perspektîfekê ve ji nû ve organîze kir ku wekhevî û edaletê pêk tîne û ji qaîdeyên ku di navbera jin û mêran de cudahî çêdikin derbas dibe.”

Forum bi niqaş ji aliyê beşdaran ve hate kirin ku guhertina hişmendiyê yek ji xalên bingehîn yê bi dawîkirina cureyên tundiyê ye. Di nîqaşê de li ser tundûtûjiya ku di vê serdema hesas de berdewam dike, bi taybetî jî koçberî û dûrxistina jinan ji navendên biryardanê, nîqaş hat kirin.

Li gorî bernameya forumê dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.