Li herêmên Serhed û Botanê ji bo Rojava çalakî
Li herêmên Serhed û Botanê bi hezaran kes, li dijî êrîşên Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk daketin qadan û berxwedana Rojava slav kirin.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tên protestokirin. Li herêmên Serhat û Botanê, bi hezaran kes berxwedana Rojavayê Kurdistanê slav kirin.
Şirnex
Li Şirnexê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê hatin protestokirin. Girseya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk di nav de bûn, li nêzî Parka Mereşê kom bû û bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" nobeda xwe domand. Tevî berfa zêde jî girseyê dirûşma "Yeke yeke gelê Kurd yek e" berz kir. Di meşê de pankartên " Ji Botan heta Rojava", "Rojava rûmeta me ye" û pankartek bi nivîsa "Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, nayê teslîmkirin" hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin qîrîn û girseyê sirûdên berxwedanê xwendin.
Girseya ku heta bazara bajêr meşiya li vir daxuyanî da.
‘Heta ku gelên wê derê tên qebûlkirin em ê berxwe bidin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî axîvî. Newroz Uysal Aslan jî bal kişand li ser peymana di navbera HSDê û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin û got: “Bi vê baranê di bin vê berfê de gelê me ji bo xwedî derketina Rojava û îradeya xwe li berxwe dide. Em vê berxwedanê slav dikin. Duh ve hevpeymaniyek derketiye û diyar bû HSDê û hikûmeta Şamê li hev hatine. Gelek caran ev lihev hatin kirin lê pêk ne anîn. Di serî de ne dirûst bûn û grlê kurd li dijî van êrîşan banga seferberiyê kir û li her deverê dakete qadan. Îro nêçar man ku hevpeymaniyekî îmze bikin. Lê nediyare ku dê pêk bînin yan jî na. Ji ber ku hikûmeta HSDê hê dev ji dagirkeriya xwe berneda ye. Îro jî li ser sînorê Pirsûse amadekariyên şer dikin. Lê em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Heta ku gelên wê derê tên qebûlkirin em ê berxwe bidin û li ser piyan bîn.”
Daxuyanî bi birêzkirina dirûşme û tîlîliyan bi dawî bû.
Mûş
Li dijî êrişên li ser Rojava bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê li navçeya Gimgim a Mûşê, daxuyanî û meş hate lidarxistin. Daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Gimgimê hate lidarxistin tevî Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî, gelek welatî beşdar bûn. Girseyê di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hil girt û dirûşmên “Gelê Kurd yek”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” berz kir.
Sezaî Temellî diyar kir ku bi rojan e li Kurdistan, Tirkiye û li gelek deverên cîhanê êrişênn li dijî Rojava protesto dikin û ev tişt got: “Hemû cîhan xwedî li Rojava derdikeve. Her kes ‘Bijî berxwedana Rojava’ diqîre. Ev peyman berhema vê têkoşîn û berxwedanê ye. Ev peyman destpêkek e.”
Piştî daxuyaniyê protesto bi meş û dirûşman ve bi dawî bû.
Qelqelî
Li navçeya Qelqelî ya Wanê bi meş û daxuyaniya bi beşdariya sedan kesan hate şermezarkirin. Welatiyên li navenda navçeyê kom bûn, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” ,”Kobanê dê bibe goristana DAIŞ’ê” hatin berzkirin û pankarta “Rojava xeta me ya sor e. Jin, jiyan, azadî” hate hilgirtin. Welatiyên ji navenda navçeyê heta pêşiya avahiya DEM Partiyê meş li dar xist, li vir daxuyanî da.
Wekîla DEM Partiyê Gulderen Varli jî axivî û got: “Gelê me yê zilma li ser Rojava qebûl nake, bi roja ye ser pêya ye. Em, zîhniyeta ku sed sal e qetlîaman dike û dixwaze sedsalê din jî qetlîaman bike şermezar dikin. Zîhniyeta DAIŞ’ê ku gelek êşên mezin bi dinyayê da kiandin, îroj careke din li Rojava heman zilmê li jin û zarokan dike. Hûn nikarin bi qirkirinan me tune bikin. Em, rêya jiyaneke azad û xwişk-biratî nîşanî we didin. Lêbelê hûn înkar û tunekirinê ferz dikin. Em ê vê qebûl nekin. Em ê tu caran serî li ber we netewînin. HTŞ dibêje qey dema ceyran û ava Kobanê qut kir dê gelê Kurd teslîm bibe. Lê xwe dixapîne. Hûn ê tu caran nekarin me teslîm bigirin.”
Piştî daxuyaniyê gel meş li dar xist û çalakî bi dawî bû.
Agirî
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên li ser Rojava li navçeya Panosê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Di meşa ku ji navenda navçeyê ber bi avahiya DEM Partiyê hate kirin dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Yek e yek e yek e Kurdistan yek e" hatin berzkirin.