Înîsiyatîfa Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye: Êrîşan rawestînin!

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, piştî çalakiya xwe ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li Kadikoyê daxuyanî da û got: “Êrişên ser gelê Kurd û gelên Sûriyeyê bidin sekinandin. Bila Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin.”

Stenbol- Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, piştî çalakiya xwe ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê, li pêşiya Daîreya Mehrbirînê ya li Kadikoy a Stenbolê daxuyanî da. Gelek jinên tev li daxuyaniyê bûn, jinên ji ji Pirsûsê vegeriyayîn bi çepik, tililî û dirûşman pêşwazî kirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin şer naxwazin”, “Ne ji şer re ji jinan re budçe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî piştevaniya jinan”, Bijî yekitiya jinan”, “Bijî berxwedana Rojava” , “Ji şer re na aştî a niha”, “Korîdorê vekin dorpêçê rakin” û “Piştevaniya jinan sînoran derbas dike” hatin berzkirin. 

‘Aştiya li Tirkiye û Rojava girêdayî hev e’

Endama înîsiyatîfê Berfîn Atli daxuyanî xwend û got jin ji bo wekhevî û jiyaneke azad têdikoşin. Berfîn Atliyê, diyar kir ku HTŞ şervanên jin ji avahiyan diavêje xwarê, jinên revandî weke “xenîmet” dibîne, li bajaran dersokên reş belav dike û serê mirovan jê dike. Berfîn Atliyê got ku ev êrişên çeteyan rewa tên dîtin lê vehandina keziyên jinan û piştgiriya bi Kurdan re weke sûc tê dîtin. Berfîn Atliyê, wiha domand: “Em jin li Rojava civiyan û me got ku aştiya li Tirkiye û Rojava girêdayî hev e. Pirsûs, bi hêzên ewlekariyê yên ji bajarên derdorê anîn, dorpêçkirî ye. Li ser sînor jî heft berîqet hatine danîn û nahêlin piştevanî were kirin. Rejîma di navbera gelan de dîwar ava kirî, ji bo ev gel ku xizmên hev in agahiyan ji hev negirin, şebekeyên telefonê kêm dike. Êrişa hêzên ewlekariyê yên li dijî çalakvanan, piştgiriya AKP-MHP’ê ya ji bo çeteyên cîhadîst nîşan dide.” 

‘Dorpêça li ser Kobanê rakin û alîkariyê bişînin’

Berfîn Atliyê, bi lêv kir ku jin, zarok û hemû zindî rastî tundiya komên paramîlîter tên û wiha bi dawî kir: “Heta alîkariyên mirovî jî tên astengkirin. Li malan ard heye lê nikarin bipêjin. Ceyran nîne ku xwe germ bikin. Em nikarin patên pitikan û hewcehiyên jinan bişînin. Em careke din bang dikin; êrişên ser gelê Kurd û gelên Sûriyeyê demildest bidin sekinandin. Dorpêça li ser Kobanê rakin û alîkariyê bişînin. Tirkiye dikare a niha jî wê korîdorê veke. Bila Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin. Helwesta me zelal e; em bi gelê Kurd re ne û li dijî cîhadîstên em bi jinan re.” 

Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.