Li Geverê Navenda Hevgirtina Jinê “Binevş” hat vekirin
Bi aramnca piştgiriya jinan ji aliyê şaredariya Geverê ve, li taxa Gungorê Navenda Binevş ya Hevgirtina Jinê hat vekirin.
Navenda Nûçeyan – Bi armanca mezinkirin û xurtkirina piştgiriya jinan di warên civakî, çandî û mafan de; Şaredariya Geverê ya Colemêrgê, li taxa Gungorê Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş vekir.
Di merasîma vekirinê de ku gelek jin beşdar bibûn; Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul axivî.
‘Divê jin da warên çandî, civakî û mafan de werin piştgirîkirin’
Şadiye diyar kir ku armanca vekirina navendê mezinikirin û xurtkirina piştgiriya jinan e. Her wiha Şadiye Kirmizigul destnîşan kir ku Gever di çarçoveya projeya bajarên jinan de yek ji şaredariyên ku hatiye hilbijartin e û wiha pê de çû: “Pêwîst e jin hev biparêzin. Li bajarekî wiha xweş hewcedariya me bi saziyeke wisa heye. Pêwîst e jin di warên civakî, çandî û mafan de werin piştgirîkirin. Ev navend wê bibe qadeke ku jin tê de bên cem hev, piştgiriya xwe mezin bikin, ji pirsgirêkên xwe re çareseriyên hevpar bibînin û xebatên cihêreng bimeşînin.”
Piştî axaftinan, navend bi qêrîna dirûşma “Jin jiyan azadî azad dike Rêbertî” hat vekirin.
Merasîna Vekirinê, bi gerandina govendê bi dawî bû.