Li Fransayê li dijî faşîzmê bi sed hezaran kes daketin qadan

Li Fransayê bi sed hezaran kes ji bo protestokirina zêdebûna faşîzmê daketin qadan û eniya gel birêxistin kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Bayonne, Nantes, Valenciennes û bi dehan bajarên din ên Fransayê bi sed hezaran kes daketin qadan. Li gorî sendîkaya CGT'ê, herî kêm 640 hezar kes beşdarî 182 çalakiyên protestoyî yên li seranserê welêt bûne.

Çalakiyên protestoyî yên herî xurt li Parîsê bi beşdariya 250 hezar kesî pêk hatin. 

Ev çalakiyên ku beriya hilbijartinên parlementoyê yên di 30'ê Hezîranê û 7'ê Tîrmehê de bên kirin, ji aliyê sendîka, komele û partiyên çep ve hatin organîzekirin. 

Eniya gel a li dijî rastgiriya tund

Li dijî xeteriya partiya rastgir a tundrê Rassemblement National ku di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de bi rêjeya ji sedî 30 dengan bû partiya yekemîn, eniyeke gel ava bû. Gel hewl dide pêla ku ji damezrandina Komara Pêncemîn ve cara yekem rastgirên tund nêzî desthilatdariyê dike rawestîne. 

Di dema ku piraniya xwepêşandanên aştiyane bûn, ji bilî çend pevçûnan, 20 kes li seranserê Fransa hatin binçavkirin, 9 ji wan li Parîsê. 

Bi taybetî ciwanan beşdariyeke mezin nîşan dan. Yekîtiya xwendekaran, Fage, Unef, tevgera komunîst a ciwan û ekolojîstên ciwan ketin nava liv û tevgerê.