Li Şerîaya Rojava jin û zarokek hatin qetilkirin
Zarokek û jinek li Şerîaya Rojava ji ber gulebarana Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan. Li Xezayê nexweşxane ji ber kêmbûna dermanan û wêraniyê zehmetiyan dikşînin, bi hezaran birîndar li benda dermankirinê ne.
Navenda Nûçeyan – Li herêmên Filistînê, di demekê de ku tundî dîsa zêde dibe de, li Şerîaya Rojava zarokek û jineke extiyar hatin kuştin. Li Zîvala Xezayê nexweşxane li ber hilweşînê ne û kêmasiya derman û pêdiviyên tibî jî her diçe zêdetir dibe.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, dema ku hêzên Îsraîlê gule li bajarokê Yamonê yê li rojavayê Cenînê reşandin, xortekî 15 salî hat kuştin. Li gorî agahiyan, leşkerên Îsraîlê nehiştin ekîbên ambulansê bigihîjin birîndar wî di nava xwînê de hiştin û dû re jî cenazeyê wî desteser kirin.
Jinekê ji ber tundiya çekdarî jiyana xwe ji dest da
Di heman rojê de, leşkerên Îsraîlê li bajarokê Mezra Rojava, yê nêzî Ramallahê, bi ser mala malbateke Filistînî de girtin. Di dema serdegirtinê de, jineke extiyar ji ber îşkenceya giran a leşkeran li dijî wê û endamên malbata wê mir.
Li Zîvala Xezayê, xizmetên tenduristiyê rawestiyan. Bi sedan birîndar û nexweş li nexweşxaneyan li benda dermankirinê man. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 25 nexweşxane bi tevahî ji xizmetê derketine, tenê 13 ji wan qismî dixebitin û 103 navendên lênêrîna tenduristiyê yên seretayî ji ber şer wêran bûne. Wezaretê rewşa heyî weke "karesatek mirovî" bi nav kir û tekez kir ku xizmetên lênêrîna tenduristiyê yên herî bingehîn jî nemane.
Di bin kavilan de mirov hene
Li gorî rapora îstatîstîkî ya rojane ya wezaretê, ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve hejmara miriyan li Xezayê gihîştiye 68 hezar û 875'an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170 hezar û 679’an. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku gelek kes di bin kavilan de û li kolanan asê mane û tîmên tenduristiyê û parastina sivîl nikarin bigihîjin herêman.
Di dema agirbestê de jî êrîş domiyan
Ji dema ku agirbest di 11’ê Cotmehê de hat ragihandin ve, heta niha bi tevahî 241 kesan jiyana xwe ji dest dane, 609 kes birîndar bûn û 513 cenaze ji bin xirbeyan hatin derxistin.
Raporên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku ji %81 avahiyên li Xezayê zirar dîtine, zêdetirî 123 hezar avahî bi tevahî yan qismî wêran bûne. Nêzî 1.5 milyon kes bi lezgînî hewcedarên stargehê ne, di heman demê de 268 hezar xanî bi tevahî wêran bûne, 288 hezar malbat bêmal mane.
Hêzên Îsraîlê peymana agirbestê ya meha borî binpê dikin. Herî dawî tê gotin ku ji du deqeyan carekê, xaniyên li rojhilatê bajarê Xezayê bi hewa xistine, di heman demê de bajarokê Xan Yûnis jî bi topan hatiye hedefgirtin.