Li Efganistanê di meha Hezîranê de 8 jin hatin kuştin

Li Efganistanê di meha Hezîranê de 8 jin hatin kuştin û 3 jin jî teşwîqê xwekuştinê hatin kirin.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Jin li welatekî bi navê Efganistanê dijîn û bi salan e bi cînayet, tundî û întihara bi darê zorê re rû bi rû dimînin. Jinên Efgan ji sala 1978’an ve heta niha ne tenê dibin mexdûrên pergala baviksalar, di heman demê de di bin barê fikrên olperest û dijminên jinan de dimînin.

Talîbana û komên Cîhadîst, jinan ne weke mirov, wek milk û amûr dibînin û bi hovîtî, biçûkxistin û dijîmirovî nêzî wan dibîn. Her cure bêedaletî û zextê bi navê “rûmeta Efgan” û “welatê îslamî” li dijî jinan dikin, rewa dibînin û pêk tînin.

Ruxmê têkoşîna jinan a bi îsrar û wêrek a li dijî vê zilmê, kesên tundrew çanda tundî û kuştina jinan belav dikin. Saziyên fermî û nefermî, gelek caran wekî ku piştgiriyê didin kujeran tevdigerin. Piraniya kujerên jinan di civakê de bi azadî bigerin û kêm caran ceza digrin. Gelek caran jin sûcdar tên dîtin; wekî ku sedema tundiyê ew bin. Ji bo eşkerekirina kiryarên van sûcan, girtin û cezakirinê tu hewldaneke cidî nayê kirin.

Li gorî danayên vê mehê, 8 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin, 3 jin ber bi xwekuştinê ve hatine teşwîqkirin. Piraniya bûyerên kuştina jinan di medyayê de cih nagirin.

- 7’ê Hezîranê: Li navçeya Barmal a parêzgeha Paktîkayê zarokên keç û xort ên zewaca wan dihat plankirin, ji ber muxaleta malbatan û lêçûnên zêde yên dawetê dawî li jiyana xwe anîn.

- 10’ê Hezîranê: Li navçeya 13’emîn a Kabûlê jinek xwe daliqand.

- 11’ê Hezîranê: Li navçeya Kholamê ya parêzgeha Samanganê jina bi navê Safiya ji aliyê mêrê pê re zewîcandibû ve bi îşkenceyê hat kuştin.

- 12’ê Hezîranê: Li navçeya 15’emîn a bajarê Qendaharê jinek ji aliyê merê pê re zewîcandibû ve hat kuştin.

- 13’ê Hezîranê: Li navçeya Pîşwa ya Tehranê cenazeyê jina Efgan Kobra Rizaî bi awayekî hatiye perçekirin, hat dîtin.

- 17’ê Hezîranê: Li navçeya 13’emîn a Kabîlê jineke ciwan a 18 salî bi vexwarina jehrê dawî li jiyana xwe anî.

- 23’ê Hezîranê: Li navçeya Adraskan a parêzgeha Heratê jinek ji aliyê mêrê pê re zewîcandîbû ve hat kuştin.

- 24’ê Hezîranê: Li navçeya Tany a parêzgeha Xostê, di pevçûnekî di navbera du malbatan derket de, 2 jê jin 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û jinek jî birîndar bû.

- 26’ê Hezîranê: Li navçeya Varşovayê ya parêzgeha Takharê cenazeyê jineke ciwan hat dîtin.

- 28’ê Hezîranê: Li bajarê Celalabadê yê parêzgeha Nangarharê kesekî bi navê Ziaullah ê 28 salî dayik û bavê xwe kuşt.

Bûyerên di Hezîrana sala 2025’an de qewimîn, tenê mînaka tundiya li dijî jinan li Efganistanê ye; tundiya ku di nava malê de destpê dike, belavî kolan, civak û sînoran dibe. Ji ber tunebûna edalet, qanûn û hesabpirsînê, jin tenê mexdûr in û civak an bêdeng dimîne yan jî jinan sûcdar dike. Heta pergalên ku piştgiriyê didin vê tundiyê neyên hilweşandin û kujer bi awayekî rastî û eşkere neyên cezakirin dê ev çerxa bi xwîn bidome.