Li Ciwanro jinek ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşa bi kezab hat

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Ciwanroyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşa bi kezab hatiye, ji ber şewatê çavek wê kor bûye û zarokê wê yê xwestiye alîkariya dayîka xwe bike herdu destên wî şewitîne.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî şewitandina jinek ji Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku jina Kurd a bi navê Mêhrî Abdulqadîr a 35 salî li Ciwanroya herêma Hewremanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hevjînê xwe bi kezabê hat şewitandin û ji ber şewatê bi giranî birîndar bû.

Torê diyar kir ku ji ber giraniya birînê hatiye emeliyatkirin û çavek wê kor bûye. Niha jî di bin çavdêriyê de tê girtin. Her wiha di dema bûyerê de du destê zarokê wê yê 8 salî ku hewl da alîkarî bide dayîka xwe şewitîne.

Torê destnîşan kir ku hevjînê wê yê bi navê Yawer Salih ji ber ku Mêhrî daxwazaza hevberdanê kiriye hewl daye wê bikuje. 

Îsal di meha Gulanê de 10 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin û 9 jin jî neçarî xwekuştinê man. Di sala borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatin kuştin û her wiha 16 hezar û 567 bûyerên tundiya di nava malbatê de li dijî jinan hatiye kirin hat tomarkirin.