Îsraîl li Xezayê her roj 100 sivîlan qetil dike
Rêveberiya NY’ê ya Filistînê ragihand ku Îsraîl li Zîvala Xezayê her roj 100 sivîlan di kon û kolanan de dikuje.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Alîkarê Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Filistîn sefîrê mezin Macîd Bamiye di rûniştina Konseya Ewlehiya NY’ê de têkildarî êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha didomin û di rojên dawî de dijwar bûne de axivî.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Îsraîl ku birçîbûnê weke çeka şer bi kar tîne, mal û nexweşxaneyan tune dike û her roj di konan de û li kolanan 100 sivîlan dikuje.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îsraîl ji derveyî birçîhiştin û kuştina Filistîniyên li Xezayê bi armanca ‘îşkencekirin’ alîkariyên mirovî bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîl Filistîniyên li Xezayê ‘li herêmê tenê ji sedî 16 qad heps kiriye.’ Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Xeza hatiye rewşa herêma ku herî zêde nifûs lê heye, hat destnîşankirin ku Îsraîl zoriyê dike ku Filistîniyên li Xezayê xaka xwe biterikînin.
Di êrîşên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li Zîvala Xeza herî kêm 56 hezar û 531 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 133 hezar û 642 kes jî birîndar bûne.