‘Hikûmeta Şamê komkujiya Elewiyan li Sûriyeyê koordîne kir'
Reutersê, xwe gihand belgeyên komkujiya Elewiyan. Li gorî belgeyan, li Sûriyeyê komkujiya Elewiyan hikûmeta Şamê koordîne kir û nêzî 700 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Hate ragihandin belgeyên ku li Sûriyeyê komkujiyên Elewiyan Berdevkê Wezareta Parastinê Hesen Ebdul Ghanî koordîne kiriye, hatine bidestxistin. Li gorî belgeyên ji aliyê Reutersê ve hatine bidestxistin, hatiye tesbîtkirin ku komên wekî Tûgaya Sultan Suleyman Şah, Tûgaya Sultan Murat û Tûgaya Hemze, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirî kirin jî, nêzî 700 Elewiyan qetil kiriye.
Ji aliyê 12 komên biçek ve hatiye pêkanîn
Li gorî rapora ku dîmenên uydî, şahidiyên qadê û belgeyên fermî yên ji aliyê Reuters ve hatine bidestxistin hatiye amedekirin, komkujî herî kêm li 40 cihên niştecihbûne ya cuda pêk hatine. Li gorî raporê, êrîş ji aliyê herî kêm 12 komên biçek ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ya girêdayî HTŞ ya ji aliyê Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara ve tê rêvebirin, pêkhat. Piraniya van koman bi salane ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên wekî kuştin, revandin û êrîşên zayendî di bin pêkanînên navneteweyî de ne.
Mudaxeleya rasterast ya Wezareta Parastinê Hesen Ebdul Ghanî
Rapor, destnîşan kir ku Berdevkê Wezareta Parastinê Hesen Ebdul Ghanî rasterast mudaxelyê komkojiyên li herêmên elewiyan kiriye. Hate tesbîtkirin ku Hesen Ebdul Ghanî operasyonên hêyî bi rêya Telegramê koordîne kiriye û êrişên li qadê rasterast rêvebir.
700 kes hatin qetilkirin
Li gorî hevpeyvînên Reutersê ya Mihemed Huseyîn el-Casem ya fermandarê Tûgaya Sultan Suleyman Şah a ji aliyê Tirkiyê ve tê fînansekirin û piştgirîkirin jî di nav de bi efseran re pêkanî, Wezareta Parastinê peravê dabeşî beşan kir û qada êrîşê ji Hêzên Ewlekariya Giştî, Tûmena 400’emîn û Tûgaya Osmanî pêkdihat. Ev hêzan li deh deverên cuda yên nêzî 900 kes hatin qetilkirin bi cîh bûn. Her wiha hate ragihandin ku komên wekî Tûgaya Sultan Suleyman Şah (El-Amşat) û Tûmena Hamza (El-Hemzat) ya ji aliyê Enqere ve tên piştgirî kirin, li 8 deverên cuda operasyon pêkanîn û nêzî 700 kesan qetilkirin.
Li çar herêmên cuda 500 kes hatin qetilkirin
Her wiha komên tundrew ên wekî Artêşa Îslamî, Artêşa Zilamên Azad û Artêşa Îzzet jî tevlî êrîşan bûn; ev koman li çar herêmên cuda operasyon pêk anîn û nêzîkî 350 kes qetilkirin. Di heman demê de Partiya Îslamî ya Turkistanê û şervanên Ozbek û Çeçen jî tevlî êrîşan bûn. Hinek ji wan li herêmên Arza û Baniyasê cih girtin û di encama van bûyeran de nêzîkî 500 kes hatin qetilkirin.
Zêdetirî 40 şervan, fermandar û erkdarê ewlehiyê, zêdetirî 200 xizmên mexdûran û navbeynkarên ji aliyê hikûmetê ve hatine tayînkirin ên Reuters re hevpeyvîn pêkanîn; diyar kirin ku herêma peravê wek sektorel hatiye dabeş kirin û operasyonan li gorî vê yekê hatine plan kirin.
Di nav komên ku tê îdiakirin beşdarî komkujiyê bûne de, yên derketin pêş ev in:
“*Servîsa Ewlekariya Giştî
* Tûmana 400’emîn (hêza elît a berê ya HTŞ’ê)
*Tûgaya Osman
*Tûgaya Sultan Suleyman Şah (Amşad)
*Tûmena Sultan Murad
*Tûmena Hemze (El-Hemzat)
*Artêşa Îslamê
*Artêşa Zilamên Azad
*Artêşa Îzzet
*Partiya Îslamî ya Turkistanê, şervanên Ozbek û Çeçen."
Tê zanîn hin ji van koman ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin û yên din jî komên biyanî yên tundrew pêktên. Rapor, piştrast kir ku van koman li zêdetirî 10 herêman nêzîkî hezar û 500 Elewî qetilkirine.
Lîsteyên mirinê
Rapor, diyar dike ku mirina Saad beşek ji êrîşa bipergalî ya li dijî gundên Elewiyan ên li peravên Deryaya Spî yên Sûriyeyê yên di navbera 7 û 9’ê Adarê de ye. Suleyman Reşîd Saad, xizmên wî, cîranên wî û herî kêm 6 zarokên wî di lîsteya mirinê ya 60 kesî ya bi destnivîsê hatiye nivîsandin de, di rêza 56’emîn de bû. Navên kesên hatine qetilkirin piştre, ji aliyê mezinên gund ve bi destnivisê derbasê listeyên mirinê bû. Çend kesên ji êrîşê rizgarbûn, diyar kirin ku cenazeyê xizmên wan hatiye perçekirin.
Yên Elewî hatin înfazkirin
Zêdetirî 200 şahid û kesên rizgarbûyî yên Reutersê hevdîtin kir, diyar kirin dema êrîşkar ketine gundan, destpêke pirsa “Tu Sunnî an Elewiyî ?" kirine. Kesên nasnameyên wan Elewî hatine tespît kirin jî hatin înfaz kirin. Rapor, destnîşan kir ku ev pirsîna mezhebî vegûherî pergalî û delîlên nû yên diyar dike êrîş berdewam dikin jî bidestxistiye.
Di raporê de, hate balkişandin ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Ofîsa Serokkomariyê û Servîsa Ewlekariya Giştî jî, ji pirsên berfireh a ji aliyê Reuters ve têkildarî encamên lêpirsînê hatine şandin re bersiv nedaye. Li aliyê din, Fermanderê Tûgaya Sultan Suleyman Şah Mihemed Huseyîn el-Casîm (Ebû Emşe) di hevpeyvîna xwe ya Reutersê de, dibêje ku yekîtiyên wan neketine Lazkiye û Ceblayê û dide diyar kirin îdayên hêyî bê bingeh in. Lê rapor berevajî vê yekê dibêje.
DYA’yê 3 komên bi piştgiriya Tirkiyeyê xistibû lîsteya reş
Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di daxuyaniya xwe fermî ya 20’ê Gulanê de, Tûmena Sultan Murat, Tûmena Sultan Suleyman Şah û serokê wî Ebû Emşe, Tûmena Hemza û serokê wî Seyf Bulat yên Tirkiyê fînansê dike bi salane piştgirî dide, bi sûcdariyên komkojiyên Elewî, îşkence, înfaza keyfî, windakirina bi dare zorê û koçberina sivilên li herêmên Efrîn û Helebê, xistibû listeya reş.
Serokên komên mijara gotinê, gelek caran li Enqere û Hatayê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî di nav de bi rayaderên siyasî û leşkerî re hevdîtin kiribû.