‘Li dijî cezayên darvekirinê divê têkoşîn were bilindkirin’

Rêxistina Kongreya Star a Kobanê li dijî biryara darvekirina Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî daxuyanî da. Kongreya Star banga bilindkirin û dorferehkirina têkoşîna li dijî hişmendiya mêr-dewlet kir.

 Kobanê – Rêjîma Îranê li dijî parêzvanên mafê jin û çalkavan Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhamdedî di 23’ê û 4’ê Tîrmehê de cezayên darvekirinê birî.

Li dijî biryarên Rêjîma Îranê, îro rêxistina Kongreya Star a Kobanê ya Kantona Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê yê kantona Firatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bi dehan endam û nûnerên rêxistinên jin, Rêveberiya Xweser, hiqûqnas, rewşenbîr, siyasetmedar û ciwan amede bûn.

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Peyman Elûş ve hat xwendin wiha ye:

“Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Şoreşa gelan ku bi pêşengiya jin hat despêkirin. Ev şoreş bû şoreşa mirovahîyê. Di bin şert û mercên herî zor û zehmet da ji bo hemû pêkhate bi hev re bikarin jiyanek azad û wekhev bijîn  bi felsefeya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo înşaya Netewa Demokratîk da avakirin û hemû gelên li heremê xwe di nava pergala Netewa Demokratîk de dîtin û bi çar destan hembêz kirin. Bi taybet jin bi şoreşê re serî hildan û bûn pêşengên civak,artêş û siyasetê.Wek jinên li Bakur û Rohilatê Sûriyê banga me ji bo hemû jinên Cîhanê û gelên azadîxwaz heye ku beramber hişmendiya  mêr-dewlet xwedî li tekoşîna jinan derbikevin.

Pêşberî hemû dinyayê her roj jin tên qetil û tecawûz kirin. Ji bo civak û gel bikaribin  azad û aram bi hev re jiyan bikin bê guman tekoşîna hevpar pêwîst dike. Bi taybet wek jin li tekoşîna jin xwedî derketin erka serekeye. Ji lewra em dibêjin di cihanê de tu jinekî ku mêr dewleta bikare wê bi darizine nine. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin bi serhildana JIN JİYAN AZADÎ re her yek ji wan bû Jîna Emînî. Jin li her deverê cihanê de li serhildana ''Jin Jîyan Azadî'' xwedî derketin. Li kûdera cihanê dibe bila bibe wê Jin li hevdu xwedî derbikevin û tekoşîna xwe a hemberî hişmendiya mêr dewlet, kiryarên rêjîma sêdarê derbikevin. Sûcên dij mirovahîyê yên Rejîma İranê der qanûnî li ser jin tên meşandin. Hemû saziyên qaşo ji xwe re dibêjin, maf parêz,demokrat çavê xwe ji kiryarên rejima sêdarê re di girin. Hişmendiya mêr dewleta ku bi rêya ol, tirs, xuf  di xwezin tekoşîna Jin bê bandor bikin pêwiste wê yêkê baş bizanin kû wê jin tu carî koletiyê li ser vina xwe qebul neke. Jina ku behna azadiyê kişandiye dil û mejiyê xwe wê cardin ne zivire berîya hizarî salan. Jin xwedî birdozi, bawerî, parti û artêşê ne. Ji lewra cardin em dibêjin her kesê kû dilê wan jibo azadiyê lê dide pêwist dike diji kiryarên dij mirovî yên li Îranê ser jin tên meşandin xwedi helwestek rast bin.

Herî dawî biryara darvekirina jinên bi navê, Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî em tundî şermezar dikin. Bang li rejima sêdarê dikin ku demildest destên xwe yên qirêj li ser jinan rabikin. Biryarên xwe yên derbarê jin de yêk ser rawestinin. Her wiha ti agahî ji Werîşe Muradî nayên girtin. Fikaran zêde ava dike. Di asta cihanê, Rojhilata Navîn de her cure hovîtiya li ser Jin tê meşandin em hemberî wê tekoşîna xwe bilind bikin. Erka her jinekê ye ku hemberî hovîtiya dewletên xweser xwîna gelan didin ava kirin xwedî li tekoşîna jin derbikevin. Ji bo darvekirina mirovan bê seknandin li Rojhilata navîn û cihanê de tekoşînek mezin tê xwestin. Em ji wek jin pêşengtîya wê yêkê dikin.  Heta dawî hemberî her cure zordestiya mêr dewlet emê tekoşîna xwe bilind bikin û berfireh bikin.Em dibejin dem dema xwedî lê derketina tekoşîna azadîya Jin û azadîya civakê û parastina xwezayê û mirovahîyê.”

Daxuyanî bi siloganên “Ji qetilkirina jinan re ne”, “Ji talankirina xwezayê ra na”, “Ji darvekirinan re na” û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.