Li Derayê jineke ciwan di teqînê de jiyana we ji dest da

Li bejahiya rojhilatê bajarê Derayê, ji ber bermahiyên şer, teqîn çêbû. Bombeya ku li gundê El-Buveyrayê li nêzî malekê teqiya, bû sedema mirina jineke ciwan.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Derayê ji ber bermahiyên neteqeyiyî yên şer, xetera li ser jiyana mirovan didome. Hema bibêjê her roj madeyên neteqiyayî dibin sedema mirina sivîlan û ev yek rewşa ewlehiyê ya herêmê û xetera li ser jiyana mirovan nîşan dide.

Li gorî agahiyên Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li gundê El-Buveyra yê li bejahiya herêma Lecayê ku dikeve rojavayê bajarê Derayê û di bin kontrola cîhadîstan de ye, roja 21’ê Kanûnê, jineke ciwan bi teqîna bombeyek jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku teqîn li nêzî malê çêbûye û jina ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hat diyarkirin ku piştî 8’ê Kanûna 2024’an rejîma Baasê hilweşiyaye heta niha hejmara mirovên sivîl ên di teqînan de jiyana xwe ji dest dane bûye 674; ji wan 205 zarok, 43 jî jin bûne.

Mala Çavdêriyê ya Sûriyeyê, bal kişand ku bermahiyên neteqiyayî, li ser jiyana sivîlan xeteran çêdikin û dibin sedema mirinê.