Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê, Kobanê û Qamişlo bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Navenda Nûçeyan – Li Hesekê, Kobanê û Qamişlo bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Hesekê
Kongra Star a kantona Hesekê bi dirûşmeya “Rojekê bi jiyana azad re diyalog” ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek li dar xistin. Meş bi tevlîbûna bi sedan jinên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan ên bajarê Hesekê li ber çarxereya Merşo dest pê kir û li Qada Azadiyê veguherî mitîngê. Jinan banga azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.
‘Bi tekoşîna jinan wê azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan mîsoger bibe’
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Kongra Star Welîda Botî diyarkir ku azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadiya tevahî gelên bindeste û wiha got: “Di vê pêvajoya hesas de banga Rêberê Gelê Kurd bangek ji bo azadî û rizgariya gelê bindest û pêkanîna jiyanek azad e . Lê em dibînin ku heta roja îro jî dewleta Tirk a dagirker tecrîd li dijî Rêber Apo dewam dike, ev nayê qebûlkirin û bi tecrîdê tu çareserî pêk nayê . Kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên ku Rojhilata Navîn têde derbas dibe Rêber Ocalan e, ji bo wê pêwistî bi pêkanîna bang û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Siyasetên ku herêm têde derbas dibe siyasetek ku bi navê Olan dixwazin berjewendiyên xwe bidin meşandin û gelan qirbikin . Lewma Rêbertî di banga xwede hevgirtina olan esas girt . Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li tevahî jinan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan dakevin qadan û asta tekoşînê bilind bikin, ji ber dem dema azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye û ev jî bi îsrar û tekoşîna jinan wê misoger bibe.”
‘Fikrê Ocalan rizgariya gelan e ‘
Endama Kongra Star a navçeya Hol Beyda Hesen destnîşan kir ku fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo jinên pêkhateyên Ereb rizgariya ji bindestî û koletiyê ye û wiha got: “Fikrê Rêber Ocalan ji bo tevahî gelan ji çi pêkhatî dibe rêya rizgariya ji bindestî û koletiyê ye , yê ku xwedî li gelê bindest û jinan bi taybet derket Rêber Apo ye, ji bo wê em deyndarê wî ne û pêwistî bi xwedîderketina li banga Rêber Ocalan heye ku em asta tekoşînê bilind bikin û bibin bersiv ji bo hemû siyasetên qirkirin û perçekirinê .”
Meş bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
Kobanê
Li bajarê Kobanê ya kantona Firatê jî Kongra Star li ser asta kantonê meşek di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” li dar xist. Di meşê de bi sedan jin, ciwan û gelên herêmê, her wiha nûnertiyên sazî û rêxistinan beşdar bûn. Meşê bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Şehîd Egîd bi dawî bû. Bê navber siloganên ku daxwaziya azadiya fîzîkî dikin hatin avêtin.
Li qadê meşê bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre endama kordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn peyama jin û gelê kantona Firatê da.
‘Rêber Apo ji bo jinan azadî ye û ji gelan re hêvî ye’
Macîde Hesûn anî ziman ku divê banga aştî û civaka demokratîk were hemêz kirin û wiha got: “Em silav û hezkirinên xwe ji berxwedana Rêber Apo, rêhevalê jin re dişînin. Rêber Apo ji bo gelan hêvî ye, ji jinan re azadiye û ji bo Rojhilata Navîn jî çareseriye. Ji bo vê jî divê her kes banga ji bo aştî û civaka demokratîk hemêz bike û gavên piratîk jî bavêje. Bi pêkanîna banga dîrokî em ê, bikaribin jiyanek pirrengî, wekhev û azad mîsoger bikin. Yekîtiya gelê Kurd xwe dispêre bîrdozî û keda Rêber Apo. Ji ber vê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya hemû gelan e. Bi riya hevdîtinan hêzên komploger li riyên çareseriyê digerin. Hêza Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkan çareserî ye.
‘Em ê têkoşîna rizgariya Rêber Apo birêve bibin’
Macîde Hesûn teqez kir ku wê jin têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan birêve bibin û wiha axivî: “Hevdîtinên ku bi Rêber Apo re pêk tên em kêfxweş kirin, lê tenê hevdîtin têrê nake, divê azadiya fîzîkî ya wî bê misoger kirin. Ji ber vê jî dê têkoşîna me heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bike.
Meş bi siloganên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.
Qamişlo
Bi pêşengtiya kongra Star li bajarê Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate organîzekirin. Meş bi diruşmeya “Rojekê bi jiyana azad re diyalog” û bi tevlîbûna sedan jinên Kantona Cizîrê, endamên rêxistina Kongra Star, Meclisa malbatên şehîda û Rêveberiya xweser ji çarxereya Sonî ya bajêr dest pê kir û li pêşiya Çarxereya Şehîdan rawestiya.
‘Çareserî li zîndana Îmraliyê ye’
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî û got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê îro dîsa hêrsa, vîn û îradeya xwe pêşkêşî cîhanê kirin û herikîn qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Bi salane Rêber Apo di bin siyaseta tecrîtê û bin pê kirinê de ye , bi komployekê xwestin fikrê Netewa Demokratîk têk bibin. Rêber Apo ji dîwarên zîndanê dibistanek afirand û felsefeya wî di nava civakan û gelê Kurd bi taybet de belav bû. Çalakiyên me bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ne. Her wiha çareseriya pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn tevan li zîndana Îmraliyê ye.”
Meş bi diruşmeya “Bê Serok Jîyan nabe” dawî bû.