Îsraîl êrîşî Sûriyeyê kir

Balafirên şer ên Îsraîlê, li dijî paytexta Sûriyeyê Şam, Hama, Humus, Lazqiye, Dera, Kuneytra û gelek xalên li gundewarên Suweyda êrîşên berfireh ên hewayî pêkanî.

Navenda Nûçeyan – Balafirên şer ên Îsraîlê bi hinceta ‘Hişyarkirina Rêveberiya nû ya Sûriyeyê, li dijî pêkanîna tevgera leşkerî li dijî Durziyan’ li dijî xalên rêveberiya Şamê li peytext Şam û bajarên navend ên Hama, Lazqiye, Dera, Humus, Kuneytra û navenda Rêveberiya Durzuyan li gundewarên Suweydayê êrîş pêk anî. Hate diyarkirin ku di 50 zêdetir êrîşên hewayî de di navde sivîl herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji destdan û birîndar bûn.

Artêşa Îsraîl ragihand ku pergala parastina hewa, bînesaziyên fuze û tesîsên cûda yên leşkerî hedef girtine. Di heman demê de hîşyar kir ku ‘dema pêwîstî pê hat dîtin’ wê êrîş bidome.

Êrîş bi taybet li dora Şam û derdora wê dijwar bû. Li peytextê taxa Harasta û derdorê wê, 41’yemîn qerargeha Tumen li nêzî nexweşxaneya leşkerî ya Harastê, derdora nexweşxaneya leşkerî ya Tişrîn û êrîşî hedefên li çiyayê Qasyum hate kirin. Qada komkirina tankan ya li bajarokê girêdayî bajarê Dera û yekîneyên Fuze ya li herêma Mowithbin hatin hedefgirtin. Çiyayê El Şuara ya li Lazqiye cih digre û tabura parastina hewayê weke xalên din ên girîng rastî êrîşan hat.

Leşkergeha perwerdeya leşkerî ya li Hama û tepeyên El-Humur yên li Kuneytra herêmên hindir di hedefa hêzên hewayî yên Îsraîl debû. Desthilata Şamê têkildarî êrîşan hê tu daxuyaniyek nedaye.