Jinên karker ên Yemenî ji bo mafên xwe têdikoşin

Jinên kedkar ên Yemenî bi boneya Roja Karkerên Cîhanî tundiya ku pê re rûbirû ne anîn ziman û gotin: "Dozên me li ber deriyên dadgehan dimînin û ji ber ku me gilî li sûcdaran vekiriye em ji cihên kar tên dûrxistin."

FATIMÊ REŞAD

Yemen – Jinên karker ên Yemenî hê jî li cihê kar bi şîdet û binpêkirina mafan re rûbirû tên. Jinên karker ên ku neçar tên hiştin bi mûçeyek kêm bixebitin û keda wan tê binpêkirin li aliyê din ve jî bi êrişa zayendî re rûbirû ne. Hin jin hene ku dozên wan gihîştine dadgehan û edaletê dibînin, yên din jî di nav biçûkxistin û manîpulekirinê de asê mane, her wiha gelek ji wan jî ji ber tirsê bêdengî tercîh kirine.

Neçar hat hiştin ku karê xwe biterikîne

Rojnamevan Emal El-Mezhacî ku dema li ser karê xwe bû bi destrêjiyê re rûbirû hatiye ku ev jî hişt dev ji kar û xebatê xwe berde û li ser medya dîjîtal xebatê xwe niha didomîn e wiha dibêje: "Li cihê kar tu car nirx nedihat dayîn ji xebatê min re. Ji ber vê ez neçar bûm dev ji karê xwe berdim. Ji ber hezkiriya min ji çapemeniyê re gelek e, loma bi riya malpera xwe ser medya dîjîtal xebatên xwe dûrî destdirêjî û bindestiyê didomînim."

Dozek li dadgehan

Aliyê herî bi êş ê doza berdewam a Sûmeya Osman e ku di rêveberiya giştî ya şîrketa petrolê ya Yemenê de dixebite. Sûmeya Osman tercîh kir ku hûrgiliyên doza xwe ku bi tacîzê destpêkir û di dawiyê de bû sedema dûrxistina ji kar vebêje bêyî ku nasnameya xwe ji ber zêdebûna şermezariya civakî li dijî jinên keda wan tên binpêkirin aşkere bike.

Sûmeya Osman wiha got: "Ez li rêveberiya giştî ya şîrketa petrolê ya Yemenê dixebitim. Kesekî li hundir baregeha şîrketê ya li herêma Xor Maksar (Rêveberiya Giştî) ji bo danûstandinan bi awayekî neqanûnî êrîşî min kir. Tevî şahid û dîmenên ku îdîayên min tekez dike jî şîrketa petrolê hê jî li dijî êrîşkar tu kiryarek yasayî nekiriye. Ji bo vekolîna dozê û hesabpirsîna sûcdaran min gilî li komaleye Baroyan û Dozgeriya Îstînafê ya Adenê ya başûr kiriye. Ev salek li ser bûyerê derbas bûye. Ez li korîdor û holên dadgehê geriyam, min hewl da li edaletê bigerim, lê mixabin tu edalet heta niha bi dest nexistiye."

Di van demên dawî de dema ku cîhan bi Roja Karkeran pîroz dike Sûmeya Osman li cihê karê xwe daxwaza mafên xwe dike, lê tenê ji kar tê avêtin û hemû maf jê tên bêparkirin. Sûcê wê ew bû ku gilî li dijî êrîşkarê xwe kir. Ew niha bedelê nepejirandina neheqî û gendeliyê li cihê karê xwe dide. Sûmeya Osman îdîaya dike ku karmendê wê zextê li wê dike ku dev ji doza xwe berde.

Jin li mafên xwe digerin

Di doza xebatkarê perwerdehiyê Înas El-Salêh de ku ji hêla rojnamevan Semah Amlaq ve hate pejirandin û di bernameya Semah Amlaq de Înas El-Salêh doza xwe pêşkêş kir û biryar bi sûda Înas hate dayîn. Semah Amlaq wiha dibêje: "Doza mamoste Înas li dijî dizîna mafê wê yê rewşenbîrî ji bo amadekirina pirtûkek mûfredatê ku li dibistanê parêzgeha El-Dalêh were hînkirin, birin dadgehê. Bi riya şermezarkirina vê biryarê li ser medya dîjîtal Rêveberiya Giştî yê Ofîsa Perwerdehiyê biryara xwe ya keyfî betal kir û biryarek da ku ji mafê Înas El-Salêh e pîşeyê xwe yê perwerdehiyê li her dibistanekê ku ew dixwaze, bike. Înas ji dadgehê biryarek dadwerî girt ku mafên wê yên rewşenbîrî û afirîner li ser pirtûka xwe karîbû vegerîne. Ev jî tê wê wateyê ku jinên Yemenî li ber dadgehê hêzek erênî û bi bandor pêk tînin, ew aliyê bihêztir in û ne hewce ye ku aliyê qelstir bin."

Jin bi qasî ku dixebitin têdikoşin jî

Rojnamevan Dunya Ferhan jî bi boneya Roja Karkeran peyamek ji hemû karkerên jin re şand ku karkerên jin berpirsyarî û erkên xwe di rewşek dijwar de hildigrin û wiha vegot: "Di roja Karkeran a îsal de wek rojek ji bo pîrozkirin û rêzgirtina jinên karker tê hesibandin, li welatê me mafên jinan ne temam mane. Jinên ku dixebitin bi qasî ku dikarin têdikoşin, da ku xwe di civakê de bi cih bikin û hewl didin ku çavkaniyek dahat û ezmûnê peyda bikin. Ji bo ku jiyanek sade ji malbatên xwe re ava bikin."

Kiryarên li dijî jinên Yemenî

Raporek mafên mirovan a Navenda Amerîkî ya Dadweriyê aşkere kir ku ji destpêka şerê sala 2015'an heta dawiya sala borî 8 hezar û 400 bûyerên binpêkirinê li dijî jinên Yemenî hatine kirin. Ev binpêkirin ji tundiya li dijî wan bigire heya nebûna rêzgirtina mafên wan e. Di nav binpêkirinan de nêzîkî hezar û 900 rewşên binçavkirina keyfî û bi hezaran kuştin hene. Her wiha ev hejmar tê texmînkirin hê jî zêde ne. Bi hezaran jin di encama şîdeta sîstematîk û girtinên keyfî de di nava şerekî xwînî û aloz de jiyana xwe ji dest dane.