Li Cezayîrê têkoşîna jinan ji bo girtina mafên xwe didome
Parlamentera Cezayîrê Ferîda Xemra derbarê projeya 5 mehan dirêjkirina betlaneya zarokanîna karkerên jin got ku dirêjkirina vê betlaneyê, serkeftineke nû ya jinên Cezayîrê ye.

RABÎA XERÎS
Cezayîr – Di sala 1962'an de li Cezayîrê yekem car betlaneya zarokanînê tenê 6 hefte bû. Ev jî berî ku jin mafê nû di betlaneya zarokanînê de bistînin bû. Di sala 1983'an de guhartinek nû di vê zagonê de hat kirin û ji jinan re 14 hefte destûr hat dayîn. Li gor bilançoya dawî ya Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî, li Cezayîrê di dawiya meha borî de hejmara karkerên jin ên ku ji betlaneya zarokanînê sûd girtine di sala 2013'an de 94 hezar e. Her wiha di sala 2024'an de jî ev hejmar gihîştiye 131 hezarî.
'Dirêjkirina betlaneya zarokanînê serkeftineke nû ye'
Parlamentera Cezayîrê Ferîda Xemra derbarê pêşnûmeya ji bo dirêjkirina betlaneya zarokanînê ya karkerên jin re de pêşkêş kiribû. Ferîda got ku “Dirêjkirina betlaneya zarokanînê ya jinên Cezayîrê, ji bo jinên kedkar destkeftiyeke girîng û nû ye. Ev zagon ji bo naskirina hewlên jinên Cezayîrî di xwedîkirina zarokan û beşdariya wan de, pêşve çûn. Her wiha ji bo bihêzkirina pozîsyona jinê ya di civaka Cezayîrê de û baştirkirina performansa wê de jî.”
Cezayîr bi vî mafê jinan xwest zagonên xwe bihêz bike'
Di nava gotinên xwe de Ferîda Xemra diyar kir ku gelek welatan zagonên xwe yên derbarê dirêjkirina betlaneya zarokanînê de guhartine û wiha axivî: “Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê UNICEF xwest ku betlaneya zarokanînê dirêj be, da ku zarok bikaribe ji mafê xwe yê şîrmijandinê sûd bigre. Ji ber vê yekê Cezayîr jî di vê zagonê de xwest gav bavêje. Bi dayîna vî mafê jinan re Cezayîrê xwest zagonên xwe bi hêz bike. Ev proje him ji bo şîrmijandinê û him jî ji bo tenduristiya dayîkê û aramiya malbatê fersendek e.”
'Rêjeya şîrmijandinê kêm bûye ew jî xeteriyek e'
Ferîda Xemra destnîşan kir ku di nav sedemên herî girîng ên ji bo vê guhertinê de, kêmbûneke tirsnak a di rêjeya şîrmijandinê de, derketiye pêş. Ferîda got ku “Di salên borî de li gor qeydan, tenê ji sedî 13 dayîkên li Cezayîrê zarokên xwe dimêjînin. Ji ber ku betlaneya zarokanînê tenê 98 roj e, ew jî têr nake. Lêkolînên zanistî yên ku li ser bandora şîrdayînê hatine kirin, nîşan didin ku heyama baş a şîrmijandinê 2 sal e. Li gorî zagona heyî, gelek jinên karker piştî vegera ser kar û bidawîbûna betlaneya zarokanînê, ji ber kurtbûna betlaneyê nikarin derfetên şîrmijandinê ava bikin. Bi taybetî jî li gor zagona 12’an a fermana hejmar 17-96 a sala 1987'an a girêdayî temînata civakî.”