Li Sûdanê jin di nava pevçûn êş û şîdetê de ji bo jiyanê têdikoşin

Jinên Sûdanî ne tenê mexdûrên şer û pevçûnan, di heman demê de divê aktorên guherîn û aştiyê werin dîtin. Lê diyar e ku heta pirsgirêkên wan ên bingehîn çareser nebin û mafên wan nekevin bin temînatê, ev yek ne pêkan e.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku didomin, şîdeta li ser jinan, koletî û binpêkirina mafên mirovan her diçe zêde dibin. Ji bo bidawîbûna vê rewşê divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi lezgînî mudaxele bikin. Hem ji bo parastina mexdûran, hem jî ji bo rola jinan di pêvajoyên aştî û lihevkirinê de zêdetir bibe divê gavên lezgîn werin avêtin.

Hevsengiyên siyasî yên li Sûdanê bi lezgînî diguherin. Artêşa Sûdanê di van rojên dawî de, paytext Xartûmê û gelek qadên berfireh ên li derdora bajar careke din xist bin kontrola xwe, herêmên ku berê di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bûn careke din girt bin kontrola xwe.

Bîlançoya pevçûnên li Sûdanê pir xirab e

Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de Nîsana 2023’yan ve heta niha ji 18 eyaletan li 13 ji wan belav bûye. Zêdedirî 20 hezar sîvîl di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên NY’ê nêzû 15.000 kes ji cihê xwe hatin derxistin û bûn penaber. Li gorî lêkolînên ku ji aliyê zanîngehên Emerîkayê ve hatine kirin, hejmara rast a mirina sivîlan bûye 130 hezar.

Her wiha li gorî Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, nîvê nifûsa Sûdanê (bi qasî 24,6 milyon kes) ji xureka baş bêpar e. Ji wan kesan 8,5  milyon kes di sînorê birçîbûnê de yan jî di rewşa xelayê de jiyana xwe didomînin.

Jin zêdetir ji ber şîdetê mexdûr bûn

Jinên li Sûdanê, bedela herî mezin a şer didin. Jin hem yekser dibin hedefa şîdetê, hem jî ji pêvajoyên aştiyê tê vederkirin. Di navbera zoriyên ku jin dikşînin de, xizanî, kêmasiya xizmetên tendirustiyê, bi taybetî tendiurstiya zayînê, şîdeta zayendî û vederkirina ji civakê heye.

Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê ku di 29’ê Cotmeha 2024’an de hatiye weşandin, li herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, şîdeta zayendî li dijî jinan bi awayê sîstematîk e.

Di raporê de tê gotin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn; di nava bûyerên tecawiza komî û revandina bi darê zorê de ne. Jin û zarokên keç kirine kole û neçarî têkiliya zayendî kirine. Her wiha diyar bû ku jin li van herêman di nava bêewlehiyê de dijin.

Yekîneya Têkoşîna bi Şêdeta li Dijî Jinan a Sûdanê, ragihand ku ji  sedî 2 jinên Sûdanî yên rastî tecawizê hatine serî li saziyên fermî dane. Ev rewş nîşan dide ku hejmara rastîn a mexdûrên tecawizê pir zêde ye.

Şîdeta zayendî û zêdebûna bûyerên revandina jinan

Tora SIHA ya Rêxistina Mafên Jinan a li Efrîkaya Rojhilat, li ser bûyerên şîdeta zayendî yên li Sûdanê daneyên xofdar pêşkêş kir. Li gorî daneyan:

*Li Sûdanê ji sedî 90 jin rastî tecawiza bi komî hatin.

*Gelek jin di dema pevçûnan de hatin revandin û xistin kole.

*Hêzên Piştgiriya Lezgîn û komên din ên milîs, li jinên revandin, îşkence kirin, bi zorê fuhûşê bi wan dan kirin û rastî şîdeta zayendî hatin.

*Li Sûdanê zêdetir jin bûn mexdûrên şîdetê û di lêgerîna ji bo edaletê de bi tenê mane.

Pergala tendirustiyê ya Sûdanê hildiweşe

Ji ber şer nexweşxane û xebatkarên tendirustiyê bûn hedef. Hilweşîna binesaziya tendirustiyê, ji bo jin û zarokan rewşeke bi xeter e. Ji sedî 70-80 nexweşxaneyên li welat ketine rewşa ku nayên bikaranîn. Li Xartumê 54 bijîjk hatin kuştin. Ji ber kêmasiya malzemeyên tibî nexweşiyên şewbê her diçe belav dibin.

Li Sûdanê ji ber ku jinên ducanî nexweşxaneyek li biwelidin an jî derman bibin nabînin loma tabloyeke trajîk heye.

Jin ji pêvajoyên aştiyê tên vederkirin

Jinên Sûdanî tenê nabin qurbanên şîdetê, di heman demê de ji pêvajoyê aştiyê ji derve tên hiştin. Di hevdîtinên ji bo aştiyê de, tunedîtina jinan, van pirsan tîne hişê mirov: Gelo çima li ser maseya muzakereyê madeyek taybet a ji bo parastina mafên jinan tune ye?Şîdeta sîstematîk a li dijî jinan, li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e lê çima li Sûdanê ji bo van sûcan gavek cidî nayê avêtin? NY, DYA û aktorên din ên navneteweyî dema ku hewl didin li Sûdanê bingeha aştiyê çêbikin, çima pirsgirêkên jinan ji nedîtî ve tên?

Bêdengiya civaka navneteweyî û nebesiya medyayê

Binpêkirina mafên jinan li Sûdanê, di medyaya navneteweyî de baş nayê dîtin. Şîdeta sîstematîk a li dijî jinan û êrîşên zayendî weke taktîka şer tê bikaranîn lê ev yek di raya giştî ya cîhanê de nakeve rojevê. Parêzvanên mafên jinan ên Sûdanî, daxwaza dikin ku civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan gavên baştir bavêjin.

Divê jin ne mexdûrên şer, bibin aktorên aştiyê

Şerê li Sûdanê di hemû warî de jiyanê li jinan diherimîne lê jin divê ne tenê mexdûr, bibin mifteya aştiyê. Jin, di civakê de aktorên sereke ne, malbat û civakê li piyan dihêlin loma heta ku jin tevlî pêvajoyên aştiyê nebin li Sûdanê îstîqrarek rast çênabe.

Civaka navneteweyî ji bo piştgiriyê bide jinên Sûdanî; divê beşdariya wan a pêvajoyên siyasî bigre bin temînatê, şîdeta zayendî weke sûcê şer were dîtin û kiryar werin darizandin, parêzvanên mafên jinan werin parastin, piştgirî ji jinên li kampên penaberan re were dayîn. Jinên Sûdanî bi biryardarî hewl didin êşên xwe veguherînin hêza têkoşînê, welatê xwe ji nû ve ava bikin lê xuya ye ku heta piştgiriya navneteweyî tune be ev yek ne pêkan e.