Civaka Maya ya li Guatemalayê ‘Sala Rojê’ pîroz kir

Civaka Maya, li gor salnameya Chol Ab li Kaminaljuyuyê ‘Sala Rojê’ bi merasîmek ruhanî pêşwazî kir.

Navenda Nûçeyan – Yek ji warên girîng ên şaristaniya Mayaya Antîk jî, Kaminaljuyu ye. Îsal jî li vê herêmê rîtuelên kevneşopî hatin lidarxistin.

Li gor salnameya Maya, di pergala Chol Ab de her sal, destpêka çerxek nû temsîl dike.Ev sal wek ‘Sala Rojê’ tê binavkirin. Îsal jî li herêma Kaminaljuyu ya li nêzî paytext Guatemala City ya Guatemalayê sala nû bi merasîmên kevneşopî hat pêşwazîkirin. Beşdarên merasîmê ji bo ku baweriyên pêşiyên wan bidome, dua kirin û diyariyan dan.

Civaka Maya, bi rîtuelên antîk daxwaza bereket û aramiyê dikin. Di merasîmê de agir tên vêxistin û diyarî pêşkêşî xwedayan tên kirin. Di merasîmê de bixûr hatin vêxistin, reqs û muzîkên kevneşopî hatin pêşkêşkirin. Beşdarên merasîmê ji bo ku çerxa nû ji wan re tenduristî û aramiyê bîne, duayan kirin.