Şebnem Korur Fîncanci beraet kir

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci ku ji îdiaya “biçûkxistina dewletê û saziyên wê” dihat darizandin, beraet kir.

Navenda Nûçeyan – Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) a berê û endama Lijneya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi îdiaya “Dewlet û saziyên dewletê biçûk xistiye” tê darizandin. Danişîna sêyemîn a dozê li 69'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat lidarxistin.

Şebnem Korur Fîncanci û parêzera wê Oya Merîç Eyuboglû hincet nîşan dan û tev li nebûn. Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, Nûnerê Stenbolê yê TÎHV’ê Umît Efe, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, MLSA û gelek rojnamegeran danişîn şopandin.  

Dozgerî di danişînê de got ku hêmayên sûc çênebûne û xwest biryara beraetê were dayin. Mutalaaya xwe jî bi vê daxwazaê amade kir. 

Dadgehê jî di çarçoveya mutalaaya dozgeriyê de tevgeriya û ji bo Şebnem Korur Fîncanci biryara beraetê da.