Rojnamevanên jin: Dê têkoşîna me ji bo eşkerekirina rastiyan bidome
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriye diyarkirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser rojnamevanên Kurd û fikrê azad wê têkoşîna xwe ya ragihandina rastî û heqîqetê bi domînin.

AVZEM VIYAN
Navenda Nûçeyan - Dewleta Tirk hewl dide bi êrîşên balefirên bê mirov û bi çek li dijî rojnamevanan denge heqîqetê qut bike. Di êrişên dewleta Tirk de ji sala 2019’an heta niha de 15 rojnamevan hatin qetilkirin. Rojnamevanên jin têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser rojnamevanên li Tirkiye, Rojava û Başurê Kurdistanê ji ajansa mere axivîn.
Rojnamevan Jiyan Xelîl têkildarî rola rojnamegerên Kurd di eşkerekirina êrîşên dewleta Tirk de ev tişt got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriye ev zêdetirî 10 salane şoreşek heye û dom dike. Di nava vê şoreşê de gelek kesan cihê xwe di nava çapemeniya azad de girtin. Armanc ew bû ku dengê vê şoreşê, bûyer û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gel belge bikin ji dinya û raya giştî re ragihînin. Niha raya giştî helbet van tiştan dibîne, gelek alî jî hene van hemû bûyeran dibînin û lê ji nedîtî ve tên. Hemû rastiyên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê rojnamegerên Kurd û bi taybet jinan ve eşkere bûye û ji bo hemû dinyayê bûye mînakek.”
‘Hikumeta herêmê û dewleta Tirk hevkarên hev in’
Rojnamevan Jiyan Xelîl têkildarî hedefgirtina rojnemavnan ji aliyê dewleta Tirk ve ev tişt got: “Li ser nûçegihan û dezgahên ragihandinê li Rojavayê Kurdistan û bi taybet li Başur û Bakur gelek êrîş hene. Ger em behsa Başûrê Kurdistanê bikin, şîrketa Gizîngî Berbeyan ku bername ji bo televîzyona JIN TV amade dikir ji aliyê asayîşa Silêmanî ve bi heman aqlê dewleta Tirk hate girtin. Armanc ewe deng û rengê jinê ku belavî hemû dinyayê dikir qut bike. Li Bakurê Kurdistanê êrîşî dezgehên medyaya Kurd dike û rojnamegeran digrin. Lê belê wê nagihijin hedefên xwe, ji ber dengê Kurdî ne tenê bi şirketek û medyayekê ye, li her cihekê bin dikarin dengê rastiyê ragihînin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi teybet bi destpêkirina berxwedana Bendava Tişrînê li ser medyayên dijîtal bi taybet mîta Tirk wêneyên ew rojnamevanên ku sûcên dewleta Tirk nîşan didin belav dikin û gef li wan dixwin. Bi taybet divê dawiyê de bi hedefgirtina rojnameger Şehîd Egîd Roj, ku li Bendava Tişrînê bû, bû dengê berxwedana şervanan û gel. Dewleta Tirk carek din rûyê xwe yê rast nîşan da. Herçend şehîdbûna Egîd Roj ji bo me gelek bi êş e, bes ev êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca tirsandina rojnamevanan di domîne, dikarim bibêjim hêz, raman û biryardariya me ji bo berxwedan li hemberî sûcên dewleta Tirk li Kurdistan zêdetir dike. Li Kurdistanê bi sedan kesan şopdarên Nazim, Cîhan, Egîd, Ezîzî, Gulistan û Hêroyan e.”
‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemberî van êrişan bêdeng ma’
Jiyan Xelîl derbarê bêdengbûna hikûmeta herêmê li dijî qetilkirina rojnamevanan wiha got: “Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê êrîşî rojnamevanên Kurd kir. Lê belê mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê hemberî van êrişan bêdeng ma. Hikumeta herêma Kurdistan maf dide dewlet Tirk ku li ku derê û çawa be bikare êrîş bike. Ger dewleta Tirk ev maf negirtiba, wê nekarîba ewqas rihet li ser xaka herêma Kurdistanê êrîş bike. Ji ber wê divê hikumeta herêmê berpirsyartiya hemû êrişan hilgire. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û li ku derê be wê êrîş bike. Ji ber wê divê Kurd li beramberî van êrîşan bisekinin. Divê Kurd dijminatiya hevdû nekin û rêgiriyê li êrişên dewleta Tirk bikin. Mixabin Kurd tên kuştin lê belê hikumeta herêmê bêdeng û bê helweste. Hevalên me yên weke Ezîz Koyluoglu, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, her wiha kesyetên weke Zelal û Salîhe ku ji bo rêxistinkirina civak û gel xebat didan meşandin bûn hedefên êrîşên dewleta Tirk. Bi şahadeta mirovên azadîxwazan dengê azadî û qut nabe, em ê heta dawiyê şopdarên havalên xwe yên li dijî hişmendiya kevneperest a hikumeta herêmê ku hevkariya dewleta Tirk dikin têbikoşin.”
‘Piştevaniya ji bo rojnamevanan kêm e’
Jiyan Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bihêzkirina helwesta navnetewî derbarê serbixwebûna rojnamevanên Kurd û wiha dom kir: “Li Kurdistanê gelek rojnamevanên serbixwe hene ku dengê rastiyê radigihînin. Di heman demê de gelek rojnamevan derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk de raportan belge dikin û ji bo Yekitiya Ewropa dişinin da ku sînorek ji bo êrîşên dewleta Tirk danin. Bes di rastî de piştevaniya Yektiya Ewropa ji bo rojnamevanan kêm e. Ger hemû ew rastî û belge, xebat li ser bihatin kirin, wê dewleta Tirk nekarîba ewqas bi asan û eşkere li Rojava û Başûrê Kurdistan êrîş bike ser gel û bi taybet rojnamevanan.”
‘Rola rojnamevanan giring û pîroz e’
Jiyan Xelîl têkildarî berxwedana rojnamevanên Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk ev tişt got: “Rojnamevan zarokên civakê ne. Ji ber wê divê armanca wan a serke ragihandina dengê civakê be. Rojnamevanên Kurd divê dengê gel bin. Rojnamevanên Kurd bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriye divê deng û rastiya ew gelê ku rojane li hemberî êrîşên dewleta Tirk berxwedan dikin eşkere bikin. Bi taybet ger em divir de behsa berxwedana Bendava Tişrînê bikin ku niha rojeva serkeye. Di vir de rojnamevan canê xwe dixwe xeteriyê ji bo bibin dengê xelkê ku li pêşiya êrîşên dewleat Tirk disekinin. Ji ber wê rola rojnamevanan giring û pîroze ku di encama têkoşînê de bi qehremanî şehîd dibin.”
‘Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriye di nava şoreşê de mezin bûne’
Jiyan Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk em ê xebatên xwe bi domînin. Em rojnamevanên Kurd natirsin. Raste em li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê me tê kirin xemgîn dibin, lê belê em natirsin. Armanca dewleta Tirk tirsandian rojnamevanên Kurd e. Her çend êrîşan zêde jî bikin lê belê wê nigihijin xeyalên xwe. Em ê bi kîn û nefreta xwe ya hedefgirtina hevalên me rastiya sûcên şer ên dewleta Tirk zêdtir derbixin holê. Em ê bibin dengê rastî, heqîqetê yê gelê xwe. Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriye zarokên vî gelî ne û di nava şoreşê de mezin bûne. Ji ber wê dewleta Tirk nikare me bi tirsîne û nikare rastiyan veşêre. Ji ber em wek rojnamvanan carek din wê rastiyê eşkere dikin û nîşanî hamû dinyayê didin.”
‘Rojnamevanên Kurd dengê berxwedana gel nîşan didin’
Rojanamevan Bêger Xelîfzade jî têkildarî êrişên dewleta Tirk wiha got: “Dewleta Tirk hertim dijminatiya gelê Kurd kiriye û hewl daye gelên beşê din ê Kurdistanê bikin hedefa êrîşên xwe. Rojnamevanên Kurd hertim hewl daye êrîşên li ser gelê xwe belge bike û erkê xwe pêk bîne. Di hemû berxwedanên gel ên li dijî êrîşan de rola rojnamevanên Kurd hebû. Berê xwe dane hemû cihên xeter da ku bikarin dengê rastiya berxwedan û êrîşên dirindane yên dewleta Tirk bi dinyayê re parve bikin. Ji ber wê jî ev fedekariya rojnamevanan bi tayebt li Rojavayê Kurdistanê bûye sedem ku bibin hedefa êrîşên dewleta Tirk. Bê guman ev sûcê şer e. Ev sûc bûn sedem ku havalên me yên weke Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, dema li ser erkê xwebûn û berxwedana şervanên li Bendava Tiştînê dengê rastiyê belav dikir, ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk ve hatin hedef girtin û şehîd bûn.”
‘Dewleta Tirk li dijî hebûna gelê Kurd e’
Bêgerd Xelîfzade di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemû beşên Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên tirsonek li ser xaka Rojava di dome. Mînak ger em behsa dagirkeriya ser Efrînê bikin tenê li mirov û xwezayê nabûre, dixwaze bi hemû awayan hebûna Kurdan tine bike. Ji ber wê diyare dewleta Tirk li dijî hebûna gelê Kurd e.”
Bêgerd Xelîfzade diyarkir ku dewleta Tirk bi balefirên xwe yên bê mirov li Başûrê Kurdistanê rojnamevanan dike hedef û got: “Bi taybet havalên me yên weke Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema li ser erkê xwebûn hatin hedefgirtin. Ev êrîşên dewleta Tirk li ser rojnamevanan piştrast dike ku rojnamevanên Kurd bi riya pênûs û kamereyên xwe karîne bibin dengê gelê xwe û rûyê rast ê dijminê gel û xaka xwe nîşanî hemû dinyayê dide. Li dijî van hemû êrîşan helwestek a hikumeta herêma Kurdistanê nebû. Herçend ji aliyê xelkê ve hatibe şermezarkirin, lê belê tu sazî û rêxistinek ya herêma Kurdistanê helwestek nîşan neda. Ger helwestek hebûya wê rojnamevan Ezîzî Koyluoglu carek din li ser xaka Başûrê Kurdistanê nedibû hedaf balefirên dewleta Tirk.”
‘Rojanamevanên Kurd bi berxwedan û belgekirina sûcên şer dewleta Tirk tengav dike’
Bêgerd Xelîfzade bal kişand ser helwesta navnetewî û wiha got: “Hewl tê dayîn ku êrîşên dewleta Tirk li ser rojnamevanan bigihînin dinyayê û ji aliyê, aliyên navnetewî ve weke sûcên şer tomar bikin. Di heman demê de şandeyek hate amadekirin ku bi taybet serdana aliyên başûrê Kurdistanê bikin, daku êrîşên ser rojnamevana weke sûcên şer werin destgrtin. Bes diyare ev hewlane kêmin. Ji ber wê êrîşên li ser rojnamevanan dûbare bû. Her wiha li Bakurê Kurdistan, li gel êrîşên li ser hevserokên şaredariyan û tayînkirina qeyûman cardin gelek rojnamevan hatin binçavkirin. Li gel wê jî di nava çend rojên bûrî de cardin li Rojavayê Kurdistan di berxwedan Bendava Tişrînê de rojnamevan Egîd Roj kir hedef û şehdî xist. Ev jî nîşan dide ku rojnamevanên Kurd bi bexwedan û belgekirina sûcên şer, dewleta Tirk tengav dike.”
‘Em ê pênûs û kamêraya havalên xwe li erdê nehêlin’
Bêgerd Xelîfzade di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîdkirina hevalên me me dêşîne, lê belê Em ê pênûs û kamêraya havalên xwe li erdê nehêlin. Em ê bibin dengê havalên xwe. Ji ber ev êrîş me natirsînin û tenê dibe kîn û hêrs ku helwesta me li dijî êrîşên dewleta Tirk tundir bibin û em ê berxwedana xwe mezintir bikin.”